NAVENDA NÛÇEYAN -Welatê Lîbya ku di aliyê erdnîgarî û çavkaniyên enerjiyê de pir dewlemend e, di rojên dawî de çavê welatên cîhanê li ser wê ye. Piştî peymana di navbera Enqere û Trablusê de, Serokomar Erdogan jî armanc dike ku di 7'ê Çile de teskereyê derxe û eskeran bişîne Lîbyayê. Her welatek li ser Lîbya hesabeki dike. Hikûmeta AKP'ê jî tevî hemû nerazibûnan hesabekî dike.
Di rojên ku aloziya li Libya zêde dibe de Serokomar û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan piştî di 28'ê mijdarê de di navbera Enqere û hikûmeta Trablusê de 2 mutabakat îmze kirin, armanc dike ku di 7'ê Çile de teskereyê bişîne rojeva meclîsê û eskeran bişîne Libyayê. Daxwaza şandina eskeran a Lîbya ya Erdogan ji rewşa Lîbyayê zêdetir rewşa Tirkiye kir mijara niqayşan. Di rojên dawî de piştî şerê navxweyî yê Libyayê zêde bû, her kes dixwaze li ser Lîbya planên xwe têxe meriyetê. Dixwazin pariyekî ji Lîbyayê qut bikin. Tirkiye jî ketiye nava hesaban û dixwaze eskerên xwe bişîne Lîbya. Erdogan dixwaze di 7'ê Çile de teskereyê di meclîsê re derbas bike û eskeran bişîne Libya. Piştî di 27'ê mijadarê de di navbera hikûmeta Enqere û Trablusê de 2 mutabakat hatin îmzekirin, Erdogan zend û benda xwe badide ku eskeran bişîne. Her çend bertek zêde ne jî Erdogan di vê yeka xwe de israr dike. Li gorî peymanê Wezîrê Karên Hundir ê Hikûmeta Mutabakata Neteweyî ya Lîbyayê Fathi Başaga diyar kir ku ger li Trablusê şer zêde bibe dikarin eskeran ji Tirkiyeyê bixwazin. Li ser ve yekê niqaşên nû zêde bûn. Bi vê mutabakatê Tirkiye dê li Trablusê li gel Hikûmeta Mutabakata Neteweyî (UMH), li dijî Hêzên General Xalife Hafter ku navenda wê li Tobrukê ye cih bigire û ji bo parastina UMH'ê dê eskeran bişîne.
Berdevkê parlamentoya Lîbyayê Abdullah Belîheq got "Heke dewleta Tirk destwerdana leşkerî li Lîbyayê bike, dê bersivdan tund be û dê ev destwerdan bibe mêtingeriyeke nû ji Lîbyayê re ye."
Li aliyekî din jî serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte ji serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan daxwaz kir ku destwerdana leşkerî li Lîbyayê pêk neyne ku ev pêngav dê bi xwe re gurkirina şerê leşkerî li herêmê bîne.
TAYBETIYA LÎBYA ÇIYE?
Lîbya, li gel aliyê stratejîk, bi çavkaniyên bin erdê jî welatekî pir pir li pêş e. Lîbya ku di navenda erdnîgariya Afrikaya Bakur de cih digire, nave xwe ji peyve Lebû, ya îro wekî "Berberî" tê nasîn û niştecihê herêma Misiriyên Antîk in digire. Lîbya hem ji ber ku erdnîgariya rêboriya ji Rojhilat ber bi Rojava ye, hem jî ji ber li tenişta Derya Akdenîzê cih digire, malovaniya şaristaniyên herî kevn a cîhanê kiriye. Erdnîgariya Lîbyayê heta niha di bin mêtîngeriya Fenike, Kartaca, Împaratoriya Îskenderê Mezin, Roma, Bizans û herî dawî di bin mêtîngeriya Osmaniyan de maye. Lîbya herî dawî ji aliyê Îtalyayê ve di sala 1911’an de hat dagirkirin. Gelê herî qedîm ê Libyayê, carekê di salên 1800’an de, du caran jî di serdema Osmaniyan de serî hilda. Du caran jî bi Şerê Mezin ê Berberiyan serî hilda. Di serê sedsala 20’emîn de jî li dijî mêtîngeriya Îtalyayan li ber xwe da. Yek ji pêşengê van berxwedanan Omer Muhtar, ji aliyê rêveberiya mêtînger ve di sala 1931’an de hat darvekirin. Dewleta Lîbyayê, di sala 1951'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat nasîn û serxwebûna xwe îlan kir. Di sala 1969'an de di pêşengiya Muammer Qaddafî de di bin navê koma ‘Tevgera Subayên Hur" de darbe pêk anî. Qaddafî heta sala 2011'an 42 salan Rêberê Libyayê kir. Li nava welat bi piştgirî û mudaxaleya NATO re Qeddafî têk çû. Piştî têkçûna Qeddafî hilweşîna rejimê dest pê kir. Îro di navbera hêzên cuda de şerê vekâletê didome.
Ji van koman yên derketin pêş wiha ne;
Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya girêdayî General Halife Hafter ê Navenda wê Tobruk e. Hêzên Hikûmeta Mutabakat a Neteweyî (UMH) yên girêdayî Fayiz Serrac ên Navendaw ê Trablus e. Hêzên Navenda wan Misrata yên piştî Qeddafî têk çû û bûn xwedî para herî mezin. Hêzên navenda wan Zintan ên nêzî sînorê Tunus û li Rojavayê welat in. Lîbya, di sala 2014'an de piştî hilbijartinê di aliyê siyasî de bû du perçe. Şerê Îqtîdarê di navbera du hêzan de û di navbera hêzên navneteweyî yên piştgiriyê dide wan de didomin.
Evana:
Meclîsa Nûneran a li Tabrûkê ye ku ji sedî 70'ê yê axa welat di kontrola xwe de digire ye. Rêberiya wê General Halife Hafter dike. Hikûmeta Mutabakat a Navendî (UMH), navenda wê li Paytext Trablusê ye. Paytext Trablus a ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat nasîn jî di navde, Serokê UMH'ê yê ji sedî 30’ê axa welat di destê xwe de dihêle Fayiz Es-Serrac e..
LI LÎBYA REWŞA ŞER
Piştî sala 2014'an li Libyayê hêzên Hafter gav bi gav welat xist kontrola xwe. Hêzên Hafter ku ji sedî 70’ê yê welat xist kontrola xwe, li dijî hêza Es-Serrac pêvşe diçe. Hêzên Hafter û Hêzên Es-Serrac herî kêm li 8 eniyan şer dikin.
Li herêma Ayn Zara, Halletul Fercan, Kasr bîn Gaşir, Vadî er-Rabî, El-Matar el-Kadîm, Es-Sevani, Trablus û El-Aziziyeyê, di navbera hêzên Hafter û Serracê de şer didome. Hêzên di fermandariya General Xalife Hafter de, di rojên borî de di serî de li Trablusê operasyon da destpêkirin. Li gorî agahiyên dawî hêzên Hafter rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Trablusê bi dest xistine.
AKTORÊN SIYASÎ YÊN LÎBYA
General Xalife Hafter ku yek ji fermandarê Artêşa Lîbyayê yê berê bû, di sala 1969'an de pişti îqtîdar hat bi destxistin li gel Qeddafî cih girtibû. Piştî li Çad'ê hêzên Libya têk çûn, Hafter hat girtin û çû Amerikayê. Hêzî 20 salan li Amarîkayê ma. General Hafter, di sala 2011'an de dema NATO ji bo Qaddafî têk bibe mudaxale kir, dîsa vegeriya Libyayê. Hafter diyar dike ku ji bo ewlehiya welat ji nûve ava bike û dixwaze li dijî komên çekdar û "teroristan" şer bike. Serokwezîr Fayiz Serrac ku peyvirdarê cemaweriyê ya axa wê ya eskerî tune ye, li Trablusê Serokatiya Hikûmeta Mutabata Neteweyi dike. Es-Serrac ku heri zêde dewleta tirk piştgiriya wî dike, ji aliyê gelê herêmê ve wekî kesê hêzên navneteweyî ve hatiye peyvirdarkirin tê nasîn û pênasekirin.
KÎ PIŞTGIRIYA KÊ DIKE?
Di serî de Misir, Amîriyên Yekbûyî yên Ereb (BAE), Erebîstana Siûdî, Fransa û Rusya piştgiriyê didin Hêzên Hafter. Es Serrac ê ku Neteweyên Yekbkûyî (NY) wî wekî "Hikûmeta rewa" nas dike jî di serî de Tirkiye, Katar, DYA, Îngiltere, Îtalya û welatên din piştgiriyê dide wî. Rewşa Libya, li ser rewşa berberiya li axa Sûriye diyar dibe û tê guhertin. Tirkiye û Rusya li eniya hemberê cihê xwe digire. Tirkiye û DYA li heman aliyê tê xuyakirin. Li Suriyeye jî Fransa ku alîgirê DYA tê xuyakirin, li aliyê din cihê xwe digire. Lê berberiya li vir ne wekî berberiya li Sûriyeyê mezin û tûj e. Parek Hêzên ku piştgiriyê dide UMH yên NY li pişta wan e, li dijî Hafter ne vala ne. Li gorî pêşketinên li Libyayê, ger ku sibê DYA piştgiriyê bide Hafter mirov matmayî namîne. Mutefîkên DYA'yên herêmî Misir, BAE û Erebîstana Siûdî ku piştgiriyê dide Hafter, vê îhtîmalê bêtir xurt dike. Hêzên emperyalîst û paşverûyên herêmê, bi mudaxaleya ku NATO piştgiriyê dideyê, rê li pêş hilweşîna rejîma Qaddafî vekir û welat bêtir xist nava kaosê. Ev hêz niha li welat têkoşîna serdestiyê dikin.
ÇIMA LÎBYA?
Libya, di aliyê dîrokî de yek ji welatê ku di mijara hevsengiya siyasî de, di nava Welatên Afrîqaya Bakur de rolek bi bandor daye ser xwe ye. Lewra Lîbya ji ber ku di Derya Sipî de welatê sînor e, xwediyê rezerveyên petrolê yên dewlemend in û nêzî welatê ewropayê ye, bûye sedem ku hêzên navneteweyî ev der kiriye textê satrancê.
Vaye sedemên ku Libya kiriye sedemên girîn:
Çavkaniyên Enerjiyê: Li Libya û Cezayirê di astek pir girîng de çavkaniyên petrol û xaza xwezayî heye. Ji ber vê yekê li Herêma Bakurê Afrikayê, ev herdu welat demek dirêj e ji bo kontrolkirinê bûye armanca welatên Rojava.
Ji ber vê yekê hêzên ku dixwaze di ser Afrikayê re serdestiyê bi dest bixe ewil mudaxaleyî vir dikin.
Têkiliya olî û nijadî: Li herêmê têkiliyên olî û nijadî ji Sudanê dest pê dike. Di ser Libya û Tunusê re derbas dibin û xwe digîne herêma Fasê.
Hatina Petrolê: Li Libyayê rezerveyek bi qîmet a petrolê heye. Ev ji bo mudaxaleya hêzên derve dibe sedemek girîng.
Karkerên Afrikayî. Her sal li gel milyonek Misirî û milyonek Tunusî, girseyek mezin karker ji Çad û Sudanê tên ji bo xebate tên Libyayê.
Çavkaniya sereke ya xaza xwezayî diçe Îtalyayê: Li Libyayeyê yek ji çavkaniyên girîng ên enerjiyê çavkaniya Xaza Xwezayî ye. Xeta girîng a Xaza Xwezayî diçe Îtalyayê, ji vir tê pêşwazîkirin.
Rêgeha koçberan e: Di nava Welatên Afrikaya Bakur de welatê herî nêzîk ê Ewropayê Libya ye.
Li Rojhilatê Grava Ereb, li rojhilatê Misir û Sudanê ye, li Rojavayê Tunus, Cezayir, Fas û Moritanyayê ye. Libya di navbera Rojhilat û Rojava de wekî pirekê ye.
Başe e; ev polîtîkayên mudaxaleyê û hilweşînê ji bo gelê Libyayê dê encamek çawa bi xwe re bîne?
Ji sala 2011’an heta niha welatê ku nifûsa wê 6 milyon bû, nêzî 500 hezar mirov bûn penaber. Çavkaniya herî bi qîmet a welat hilberîna petrolê ji 1,6 milyon bermîlan (Varil) daket 400 hezar bermîlan. Hatina mîllî ya serê şexs ji 12.120 dolaran daket 5.193 dolaran. Îro li welat 2,5 milyon mirov pêdiviya wan bi xizmeta tenduristiyê heye. 400 hezar kes jî pêdiviya wan bi alîkariya zexîre heye. Piştî Qaddafî hat hilweşandin rewşa kaosê dest pê kir. Bi sedan komên çekdar derketin holê. Bi hezaran mirov hatin kuştin. Dîsa girêdayî vê rewşa kaotik û şer bi hezaran mirovên xwestin biçin Ewropayê di Derya Spî de xeniqîn. Li Libyayê nêzî 8 salin rewşa kaosê didome. Di encama vê krîz û kaosê de mirin, talankirin, wêrankirin, xizanî û birçîbûnê pêş ket.
MA - Hêvî Hesen