NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), der barê serlêdana darizandina Dîlan Kortak a ji aliyê polîsan ve hat kuştin biryar da ku mafê Dîlan ji aliyê usûlê ve hatiye îhlalkirin.
Polîsên TEM'ê, di 3'ê Kanûna 2015'an de li Kolana Dûmanlar a li taxa Ataturk a navçeya Sancaktepe ya Stenbolê bi ser malekê de girtibûn û Dîlan Kortak a 19 salî kuştibûn. Medya alîgirê AKP'ê, înfaz weke şer îlan kiribû. Xwediyê mala ku Kortak lê mêvan bû A.Î. jî diyar kir ku Kortak yeksek hatiye kuştin. Parêzerê malbata Dilan Kortak serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn. AYM'ê der barê serlêdanê de biryar da ku mafê darizandinê di aliyê usûlê de hatiye îhlalkirin.