ANTALYA - Jinên ku xwestin li Antalya dansa "Las Tesis" pêşkêş bikin û rastî qedexeya walîtiyê hatin, qedexeya walîtiyê nas nekirin û dansa xwe lîstin. Jinên li hev kom bûn, diyar kirin ku dixwazin wekhev û azad bijîn.
Piştî jinên ku li Şîllîyê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Diji Tundiya li Ser Jinê de, tacîz, tecawiz û tundiya li ser jinê bi dansa "Las Tesis" şermezar kirin, her ku diçe ev dans belav dibe. Li Tirkiyeyê jî heta niha jin li Stenbol, Îzmir, Enqere û gelek bajarên din daketin qadan û dansa "Las Tesîs" dan pêşandan û li gelek cihan rastî qedexe û astengiyan hatin. Jinên ku xwestin li Antalya dansa "Las Tesis" pêşkêş bikin û rastî qedexeya walîtiyê hatin, qedexeya walîtiyê nas nekirin û dansa xwe lîstin. Jinên li hev kom bûn, diyar kirin ku dixwazin wekhev û azad bijîn.
Endamên Platforma Jinan a Antalyayê, li Qada Attalosê kom bûn û rastî dorpêça polîsan hatin. Jinan bertek nişanî polîsan dan û gotin: "Em qedexeyan naxwazin û qebûl nakin û bê navber dirûşmeyên “Cînayetên jinan polîtîk in" û “Bijî piştevaniya jinê" berz kirin. Li ser navê jinan Devrim Mol, daxuyanî da û got: "Dansa 'Las Tesis' li gelek welatên cîhanê tên pêşandan û biryara walîtiyê şermezar kir. Em li dijî tevahiya tundiyan a li ser jinê ne. Em li dijî tacîz, tecawiz û zayendîpareziya hişmendiya baviksalarî serî natewînin."