AMED - Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyyat Ceylan, diyar kir ku kuştina ciwanê 33 salî Cîhan Can a ku maşîna zirxî ya polîsan lê xist û kuşt, ne mirinek ji rezê ye û got: "Ev ne qeza ye. Ev cînayet e."
Şeva 27'ê kanûnê li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê otobusa zirxî ya Polîsên Hêzên Çevîk li Cîhan Can ê 33 salî ku Endezyarê Înşaetê ye xist û di bin tekerê xwe de eciqand. Can ku tekerên maşîna zirxî di ser wî re derbas bû û jiyana xwe ji dest da, di 28'ê Kanûnê de li Goristana Yenîkyê defin kirin. Dozger ji sedî 50 qusûr aydî ajokar û ji sedî 50 qusûr aydî Can nîşan dabû. Têkildarî kuştina Cîhan Can Rêxistina HDP'ê ya Amedê li avahiya HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokên HDP'ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik daxuyanî dan û kuştina Can şermezar kirin.
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, diyar kir ku kuştina mirovan girêdayî polîtîkaya hikûmetê ya şer e û wiha got: "Têkeildarî kuştina sivîlan a ku maşînê zirxî dibe sedem, lêpirsîn nayê kirin. An jî bê encam dimînin. Bersûc bi zixrê bêcezakirinê tên parastin. Kuştinên ku esker û polîs dibin sedema wan ne ji rêzê ne. Ev kuştin cînayet in. Ji ber nayên cezakirin ev kuştinên bi vî rengî zêde dibin. Ji ber ku avahiya partiya me bi maşînê zirxî dorpêç kirine û kirine barageh, bû sedema kuştina Can."
‘NE YÊ EWIL Û DAWÎ YE'
Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî anî ziman ku ajokarên maşineyên zirxî li gorî qûralên trafîkê tev nagerin û wiha got: "Kuştina Cîhan Can ne kuştinek ewil û dawî ye. Mirov nikare kuştina can wekî qezaya trafîkê pênase bike. Hêzen Ewlehiyê li kolanên Amedê talûkeyê belav dikin. Meqamên ku vê talûkeyê rawestinîn diyar in. Em bang li wan dikin ku bi lez erka xwe pêk bînin. Heta niha gelek bûyerên bi vî rengî pêk hatin. Lê berpirsiyar nehatin cezakirin. Ev encama polîtîkayên bêcezakirinê ye. Kuştinên li herêmê encama polîtîkaya hukûmetê ye. Em dê şopdarê doza kuştina can bin. "
Rêveberên HDP'ê piştî daxuyanî dan çûn mala şînê ya malbata Can ziyaret kirin û sersaxî ji malbatê xwestin.