WAN - Li Kolana Hunerê ya Wanê şevê din polîsan 3 esnaf destê wan li pişt wan kelepçe kirin û binçav kirin.
Polîsan şevê din li Kolana Hunerê ya Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê 3 esnaf destê wan li pişt wan kelepçe kirin û bi lêdanê binçav kirin. Polîsan esnafek li erdê dirêj kirin û destê wî li pişt wî kelepçe kirin. Dîsa du kargerî bi hinceta rûhsatên wan tune deriyê wan mohr kirin. Esnafên li kolanê ji bo rûhsatê serî li Şaredariyê dane, lê heta niha şaredariyê rûhsat nedaye wan.
Esnafên Kolana Hunerê ku li dijî pêkanîna polîsan deriyê dikana xwe girtin dê saet di 13.00’an de li dijî vê helwesta polîsan daxuyaniyê bidin çapemeniyê.