* Her diçe eleqeya ji bo sabûna Nîzîbê zêde dibe. Wextekê 200 heb îmalatxane hebûn û her çû hejmara wan pir kêm bûbû. Lê belê niha ji ber eleqeya ji bo şampûanan û krema poran kêm dibe mirov berê xwe didin sabûna zeytê.
* Bi hatina zivistanê re kesên serma digirin berê xwe didin bêhnfiroş û etaran.
* Taner Sala ji Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Tarsûsê nameyek şandibû. Lê belê îdareya girtîgehê ji dêvla orjînala nameyê fotokopiya nameyê ji Şaxa ÎHD'a Amedê re şandiye. Girtîgehê piştî 9 mehan name şandiye.
* Li Mêrdînê 8 kesên hatibûn binçavkirin îşkene li wan hatibû kirin. Serokê Şaxa ÎHD'a Mêrdînê Feyzî Adsiz, bertek nîşan da û got, esker û polîsên îşkenceyê dikin tên parastin.
* Li Mêrdînê 8 kesên hatibûn binçavkirin îşkene li wan hatibû kirin. Serokê Şaxa ÎHD'a Mêrdînê Feyzî Adsiz, bertek nîşan da û got, esker û polîsên îşkenceyê dikin tên parastin.
* Serokê Rêveberiya TMMOB'ê Emîn Koramaz, diyar kir ku projeya Kanal Îstanbul, projeya talankirin û wêrankirinê ye û wiha got: "Hestiyariya ji bo Kanal Îstanbul hat nîşandan, heman hestiyarî ji bo Heskifê nehat nîşandan."
* Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, diyar kir ku butçeya Rêveberiya Navendî ya 2020'an, bi aqilê mêr hatiye amadekirin û butçeya ji bo mêran e û wiha got: "Di vê butçeyê de ji sedî 1 jî para jinan tune ye."
* Rojnamevan Îslam Ozkan, bal kişand ser rewşa li Lîbyayê û şandina esekeran û got: "Şandina esekeran helwesteke bêbesîret e".
* Aktivîstên ekolojiyê, ji bo polîtîkaya ekolojiyê ya îktîdara AKP'ê gotin "feraseta rûxandinê" û destnîşan kirin ku têkoşînên li hemberî vê ferasetê hemû rewa ne. Aktivîstan, ji bo Projeya Qenal Stenbolê gotin divê tercîhek bê kirin: "An qenal an Stenbol".
* Li hêla Qerejdaxê, gundiyên li hemberî ocaxên qûmê li ber xwe didin, di bin dorpêça cendirmeyan de ne. Gundiyên bi droneyan tên şopandin, ji ber vê yekê bêzar bûne.
* HDP, dê konferansa Herêma Anatoliya Navîn li Enqereyê û konferansa Herêma Çukurova li Edeneyê pêk bînin. (10.00-13.00)
* Tevgera Jina Azad (TJA), dê bi sernavê "Di şer, tundî û îhlala mafan de jin" li avahiya HDP'ê ya Amedê forumê li dar bixe. (11.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî dê li Êlihê beşdarî Kongreya Rêxistina HDP'ê ya Êlihê bibe. HDP, dê li Kocaeliyê jî kongreyê li dar bixin. (12.00)