AMED - Li Amedê di hefteyek dawî de 3 jin hatin kuştin. Tora Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Amedê bi gotina “Em canekî din êdî kêm nabin, emê serhildanê mezin bikin" bertekên xwe anîn ziman.
Li Amedê di nava hefteyekî de 3 jin hatin kuştin. Têkildarî kuştina jinan, Tora Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Amedê, li Semta Ofîsê ya Navçeya Yenîşehîra Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Tora Têkoşînê, bi gotina “Em canekî din êdî kêm nabin, emê serhildanê mezin bikin" bertekên xwe anîn ziman. Jinan di daxuyaniyê de bê navber dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Jin jiyane, jiyanê nekuje”, “Tu dê qet bi tenê nemeşe" “Em natirsin, bêdeng nabin û îtêat nakin" berz kirin. Li ser navê Tora Têkoşînê Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, daxuyanî da û diyar kir ku her diçe tundiya li ser jinê zêde dibe û êdî ew naxwazin jinek jî kêm bibin. Kaya, anî ziman ku bi biryar in jinek jî êdî kem nebin û bi biryarin têkoşîn û serhildanê mezintir bikin.
Daxuyaniya jinan bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.