ENQERE - Hewldana Ji bo Roboskî Edalet, di 8'emîn salvegera komkujiya Roboskî de diyar kir ku heta edalet neyê Roboskî edalet nayê Tirkiyeyê.
Di 28'ê Kanûna 2011'an de dema balafirên şer ên TSK'ê yên F-16 Roboskî bombebaran kiribû û di bombebaranê de 19 jê zarok 34 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Di 8’emin salvegera komkujiyê de li gelek cihan daxuyanî hat dayîn û komkujî şermezar kirin. Hewldana Ji bo Roboskî Edalet, di 8'emîn salvegera komkujiya Roboskiyê de daxuyani dan. Hewldanê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyanî da. Hewldanê di daxuyaniyê de pankarta “Bila qatîl bên dîtin, Bila carek din qet Roboskî dubare nebe" vekirin. Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu, Melek Çetinkaya û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn. Endamê Hewldanê Tanju Gunduzalp, diyar kir ku piştî komkujiyê 96 mehin li edaletê digerin û wiha got: “Ji wê şevê heta niha 418 hefte ye hêj bi hiqûq, edalet û rastiyê re rû bi rû neman. Her kes bêdeng in. Em di roja 2 hezar û 922’an de lêgerîna edalet û hiqûqê berdewam dikin.
Piştî komkujiyê komîsyona meclîsê hat avakirin. Lê mixabin rastî veşart. Darazê komkujî paşguh kir. Kesên bersûc li ser vê axê serbest geriyan. Faîlê 34 canan hêj nehatine darizandin. "
Parlaneterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu jî anî ziman ku 8 sal berê lie Roboskî komkujî pêk hat ji ber bêdengiya civakê ev zulm îro jî didome."