AMED - Nûnerê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ya Amedê Bariş Yavuz, bal kişand ser kuştina mirovan a bi maşîneyên zirxî yên polîs û eskeran û got: "Ger ku di ajotina kesên ne pispor de israr tê kirin, wê demê kuştina mirovan a bi maşîneyên zirxî ne bêhemdî ye. Bi zanebûn e."
Şevê din li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê otobusa zirxî ya Polîsên Hêzên Çevîk li Cîhan Can ê 33 salî ku Endezyarê Înşaetê ye xist û di bin tekerê xwe de eciqand. Li gel ku tekerê pêşiyê yê otobusê di ser Can re derbas bû jî dîsa ajokar nesekenî û tekerê dawî jî di ser bedena Can re derbas kir. Can di bûyerê de jiyana xwe ji dest da. Têkildarî bûyerê Nûneriya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ya Amedê daxuyanî da. Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Bariş Yavuz, diyar kir ku di bûyerên dawî de bersûc nayên cezakirin û ajokar bi wê baweriyê bê xem maşînê dajon û ev bûyer pêk tên. Yavûz, anî ziman ku di bûyerên bi vî rengî de nikarin wekî qaza pênase bikin û wiha got: "Ev ne qeza ye. Kesên ku di ajotina maşîneyên zirxî de ne pispor divê vê maşîneyê neajon. Feraseta lêdana çi dibe bila bibe ne girîng e heye. Dema lê didin jî dema rastî ceza neyên, vê carê ev bûyer zêde dibin. Dema bersûc neyên cezakirin, kesên maşînê zirxî diajon sersar nêzîk dibin û ne xema wan e. Ger ku di ajotina kesên ne pispor de israr dikin, wê demê ev bûyer bi zanebûn pêk tên. Tê zanîn ku dê kuştin çê bibe, lê nakin xem. Çima ev bûyer hemû li vir pêk tên. Ji ber ku gelê li vir ne xema tu kesî ye."