NAVENDA NÛÇEYAN – Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan bi boneya winda bên dîtin û kujer ben darizandin, di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser komkujiya Roboskê û xwest dewlet ji Roboskiyan lêborînê bixwazin.
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Amed, Êlih û Îzmirê çalakiyên xwe yên her hefte berdewam kirin.
Xizmên windayan û endamên ÎHD'ê bi hişyariya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li pêş şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 568’an de kom bûn û daxuyanî dan. Rêveberên Baroya Amedê jî tev li çalakiyê bûn. Malbatan û parazvanên mafên mirovan wêneyên windayan rakirin û qurnefil danîn ser wêneyan. Ewil Endamê Komîsyona Windayan ê Şaxa ÎHD'ê Hasan Yalçin axivî û wiha got: "Em xekî xizmên windayan dê lêgerîna xwe ya edaletê heta dawî berdewam bikin. Ji bo kesên di salên 90’an de bi zorê hatin revandin û windakirin bên dîtin û kujerên wan bên darizandin û heqîqet bê ronîkirin, emê di têkoşîna xwe de israr bikin.
'LI ROBOSKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ SÛC HAT KIRIN'
Yalçin, li ser komkujiya Roboskî jî rawestiya û anî zima nku di ser komkujiyê re 8 sal borîn, lê hêj edalet pêk nehatiye û hêj êşa malbatên Roboskî nehatiye dermankirin. Yalçin, da zanîn ku wekî xizmên windayan li cem malbatên Roboskî ne û li Roboskî li dijî mirovahiyê sûc hatiye kirin.
Yalçin, piştre aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê di 27'ê Kanûna 1997'an de hat windakirin pirsî.
Keça Mehmet Ozdemîr Seyhan Ozdemîr jî diyar kir ku êşên wan, heviyên wan û bendewariyên wan hevpar in û wiha got: "Ez hêvî dikim ku rojekê darazek serbixwe biryarek serbixwe bide û faîlên deh hezaran ronî bike. Em ê li vir têkoşîna xwe berdewam bikin. Jiyana bavê min ji bo me her dem nîvco û perçe ma. Em dixwazin êşa malbatan nekin amûra siyasetê. Em dixwazin daxwazên malbatan pêk bên."
Piştî rûniştina 5 deqîqeyan çalakî bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 474'an de li avahiya ÎHD'ê ya Êlihê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Endam û rêvberên OHD û xizmên windayan di çalakiyê de amade bûn. Di çalakiyê de pankarta "Ji bo Roboskiyê edalet" vekir.
Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Elihê Mehmet Zeki Tanguner, qedexeyên walîtiyê şermezar kir û xwest kujerên Roboskî bên dîtin û darizandin. Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên windayan jî bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" di hefteya 506'an de çalakî li dar xist. Malbat û parazvanên mafên mirovan li Pêş Sumerbankê kom bûn û daxwazên xwe anîn ziman. Malbatan xwest Îsmail Bahçecî bê dîtin û kujer bên darizandin.