STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 405'an de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Vê carê xwestin girtî Abdulhakim Eşiyok ê perçeyê şerapnelê di mejiyê wî de heye bê berdan.
Komîsyona Girtiyên Nexweş a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya girtiyên nexweş bên berdan, di hefteya 405’an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. Malbat û parazvanên mafên mirovan li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn û wêneyê girtiyên nexweş rakirin. Malbat û parazvanên mafên mirovan di çalakiyêde pankartên “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" û “Bila girtiyê nexweş Abdulhakim Eşiyok serbest bê berdan" rakirin.
Di çalakiyê de Endamê Komîsyona Girtiyên Nexweş ê Şaxa ÎHD'ê Mehmet Acettin, diyar kir ku rayedar rewşa girtiyên ku roj bi roj nexweşiya wan giran dibe nabînin û wiha got: "Di şert û mercên girtîgehê de girtî nikarin derman bibin. Abdulhakim Eşiyok ji sala 2001'an heta niha girti ye. Ji aliyê DGM'ê ve di sala 2001'an de hat girtin û rastî cezayê muebeta giran hat. Ji ber nexweşiya xwe heta sala 2010'an bi dehan caran rakirin nexweşxaneyê. Lê her dem wekî nexweşiya derûnî nîşan dan. Di sala 2010'an de dema bijîşk tomografiya wî kişandin diyar kirin ku perçeyekî şarapnelê di meşiyê wî de maye. Lê bi sedema ku dibe felç bibe anjî jiyana xwe ji dest bide emeliyat nekirin.
Di sala 1994'an de perçeyê şerapnelê ya 9,5mm li mejiyê wî ket û niha êşên pir giran dijî. Divê Abdulhakim Eşiyok û hemû girtiyên nexweş demek berî demekê serbest bên berdan."