WAN - Keleha Wanê ku Qral Menûa li ser kevirê reş vasiyetnameya xwe nivîsîye û gotiye “Kî vê nivîsê jê bibe, kî vê nivîsê xera bike, xezeba tevahiya xwedayan li ser wan be. Wan mahf bike. Ji tîrêjê rojê bêpar bimînin" û gora Manua heye, bûye mîna sergo. Kesên tên keleha Wanê ziyaret dikin ji ber vê qirêjî û çopa li ser kelehê bertekên xwe tînin ziman.
Keleha Wanê ku UNESCO ji bo demborî di lîsteya “Mîrateya Cîhanê" de bi cih kiriye, bi dîwar û bilindbûna xwe, bi heybet e. Keleha Wanê ku cihekî dîrokî û çandî ye hemû bajar hembêz dike. Lê di salên dawî de ji ber nayê parastin û paqijiya wê nayê kirin, warên dîrokî yên der û dora wê yek bi yek hildiweşin û her derê kelehê bûye mîna sergo. Dîsa gelek warên dîrokî ji aliyê defingeran ve hatiye kolandin û xerakirin.
BILA NIFIRA MANUA QEBÛL BIBE
Keleha Wanê ku gora Qral Menua, Sardurî û Îşpuînî lê heye, bûye wekî sergo. Qral Menûa li ser kevirê reş vasiyetnameya xwe nivîsîye û gotiye “Kî vê nivîsê jê bibe, kî vê nivîsê xera bike, xezeba tevahiya xwedayan li ser wan be. Wan mahf bike. Ji tîrêjê rojê bêpar bimînin" û gora Manua heye, bûye mîna sergo. Kesên tên keleha Wanê ziyaret dikin ji ber vê qirêjî û çopa li ser kelehê bertekên xwe tînin ziman.
Welatî Ercan Kahramanoglu û Mehmet Oz anî ziman ku her diçe rewşa Kelehê xerab dibe û xwest keleh bê parastin û paqijkirin.