MEREŞ – Wênesaz Ahmet Kisa yê ker û lal ku 25 roj in dayika wî girtî ye ji bo bêrikirina dayika xwe dest bi xêzkirina wêneyan kir.
Li navçeya Elbîsana Mereşê di 3’ê kanûnê de Elîf Kisa (64) û hevjînê xwe Alî Kisa bi angaşta “alîkariya rêxistinê kirine” hatibûn girtin. Zarokên wan ên astengdar Îsmaîl (44) û Ahmet Kisa (41) ên ku astengdar in bi tenê hatibûn hiştin.
Di dawiya îtîraza parêzeran de Alî Kisa ê rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Elbîstanê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Lê îtîraza ji bo Elfî Kisa hatibû redkirin û hêj girtî ye.
Ahmet Kisa yê ker û lal ku di heman demê de wênesaz e ji bo dayika wî were berdan dest bi kampanyayê kiribû. Ahmet Kisa ji bo bêrîkirina dayika xwe dest bi xêzkirina wêneyan kir û bi çêkirina wêneyan balê dikişîne ser rewşa dayika xwe.
Kisa wêneyê dayika xwe û bavê xwe ku xêz kir dixwaze ji bo roja dayika wî were berdan li wêne diyarî dayika xwe bike.
‘EZ Ê JI BO DAYIKA XWE SUPRÎZ BIKIM’
Kisa yê ker û lal hest û ramanên xwe bi îşaretan tîne ziman û diyar kir ku dayika wî bêsûc hatiye girtin.
Kisa da zanîn ku bi navê “Firçeya Kin (Kisa Firça’) wêne li kargeha xwe ya wênesziyê xêz kiriye û wiha got: “Min nû dest bi xêzkirina wêneyê dayik û bavê xwe kir. Ez ê di sersalê de wêne biqedînim. Ez wêne bi boyaxa zeytî çêdikim. Ez ê vê tabloya wêneyê boyaxa zeytî diyarî dayika xwe bikim û jê re bikim suprîz. Ez dixwazim dayika min were berdan. Dayika min li keke min Îsamîl dinêrî. Kekê min di rojên zehmet de derbas dibe. Girtin ne xweş e. Serê dayika min diêşe û nexweşînên wê hene. Dayika min Elîf Kisa bêsûc e. Pêwîste ew were berdan. Kekê min Îsmaîl li malê li dayika min digere. Dayika min girtî di hefsê de xemgîn dibe. Heke dayika min were berdan herî zêde dê keke min Îsmaîl kêfxweş bibe.”