AMED – Cenazeyê endezyarê înşaetê Cîhan Can ê duh li Amedê otobusa polîsên çevîk lê hatibû qelibandin û jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Yenîkoyê hat veşartin.
Li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ku ji 20’ê mijdara 2018’an ve polîsan derdora wê xistiye bin dorpêça xwe duh otobusa polîsên çevîk li endezyarê înşaetê Cîhan Can (33) qelibî û jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Can ji bo otopsiyê rakibûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî ya Amedê.
Malbatê piştî karê otopsiyê cenaze wergirt û bir Goristana Yenîkoya Amedê. Li mizgefta goristanê wecîbeyên olî yên cenaze hatin kirin û pişt re hat veşartin.
Malbatê şîna xwe li Mala Şînê ya Hevêdiyan a li navçeya Rezanê danî.