Stenbolî: Pêdiviya me ne bi qenalê, bi kar û bar heye

  • rojane
  • 09:30 28 Kanûn 2019
  • |
img

STENBOL – Stenboliyan, anî ziman ku Projeya Qenlaê ji bo Tirkiyeyê felaketeke mezin e û gotin: "Pêdiviya me bi kar û bar heye. Pêdiviya me bi dînitiyên wiha tunye. Divê guh bidin dengê gel". 

Piştî rapora Nirxandina Hawirdorê (ÇED) a ji bo Projeya Qenla Stenbolê 10 rojan hat taloqkirin, stenbolî ji bo betalkirina projeyê bi daxwaznameya serî li Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê didin. Stenboliyan, destnîşan kir ku Projeya Qenalê ji bo Tirkiyeyê felaketeke mezin e û gotin: "Pêdiviya me bi kar û bar heye. Pêdiviya me bi dînitiyên wiha tuneye. Divê guh bidin dengê gel". 
 
‘JI BO RANTÊ TÊ TUNEKIRIN' 
 
Îmam Yilmaz ku ji bo daxwaznameyê bide ketiye dorê, anî ziman ku ew peywira xwe ya welaîbûyînê bi cih tîne. Yilmaz, bal kişand ser projeyê û got: "Pêdiviya me bi projeyên wiha dînîtî tuneye. Li vî welatî mirovên tî û birçî, mirovên li derve radikevin heneç Krîzeke mezin heye. Heger tiştekî wiha bikin divê ji me welatiyan bipirsin. Dibêjin wê 75 milyar dolarî ji bo vê projeyê xerc bikin. Bi vî pereyî karin gelek tiştên din bikin. Ji bo mirovan kar peyda bikin. Li Stenbolê gelek avahî hene ku nikarin li ber erdhejê di ber xwe de bidin. Bira wan çê bikin. Hûn ê ji bo hin kesan ava me, qadên me yên jiyanê tune bikin. Bang ciwanan dikim. Divê hûn pêşeroja xwe biparêzin. Li dijî vê derkevin". 
 
‘PÊDIVÎ BI DÎNÎTIYAN TUNEYE' 
 
Durdane Çîlesîz jî bal kişand ser pirsgirêkên bajêr û got: "Çima wan hel nakin. Em naxwazin ev der pêşkeşî hin kesan bê kirin. 5 roj in nexweş im, lê ji bo zar û zêçên xwe ji ji Gungorenê hatime Beşîktaşê. Heger em welatiyên Tayyîp beg bin, nexwe bila dengê me bibihîse. Em qebûl nakin. Wê ev proje xwezayê tarûmar bike, wê bibe sedema erdhejê. Pêdivî bi dînîtiyên wiha tuneye". 
 
‘FELAKET E' 
 
Emîne Turkoglû jî ji bo pêşeroja zarokên xwe hatiye û got: "Min li daxuyaniya Ekrem Îmamoglû ya ji bo vê projeyê mêze kir. Rewşeke felaket e. Ev tenê ne ji bo Stenbol ji bo Tirkiyeyê jî felaketeke mezin e. Loma em li vira ne". 
 
‘JI BO XWE DIKIN' 
 
Fûrkan Al jî got: "Ne ji bo Stenbolê ji bo xwe dikin. Em li dijî vê projeyê ne. Loma em hatine vira". 
 
Ak, destnîşan kir ku maliyeta projeyê çend qatan zêdetirî budçeya Tirkiyeyê ye û got: "Radibin dibêjin pere tuneye û fabrîkaya tanq-paletan difiroşin. Niha jî rabûne behsa 75 milyar dolarî dikin. Li Tirkiyeyê heta tu bêjî betalî heye. Ez xwendekarê zanîngehê me. Niha difikirim gava mezûn bibim ez ê çi bikim. 300 TL avêtins er meaşê kêm. Niha em ji ziktêrkirinê derbasî asteke din dibin. Dibêjin sedema projeyê ew e ku li kendavê keştî li peravan nekevin. Lê niha wê vê yekê li qadeke hîn tengtir çê bikin. Wê li vira îneşatan çê bikin. Li kendava ev qasî mezin wê keştî li peravan bikevin lê wexta qenal çê bibe wê lê nekevin. Tiştekî eletewş. Ne pêdiviya Stenbolê ne jî ya Tirkiyeyê bi projeyeke wiha tuneye. Pêdiviya me bi kar û bar heye. Li vira b hezaran kes heye. Divê îktîdar wan bibîne". 
 
Huseyîn Karabûlût jî destnîşan kir ku ew ne li dijî veberhênaniyê ye, lê belê pêdivî bi çi hebe divê ew bê kirin. Karabûlût, anî ziman ku li welat krîzeke mezin heye û got: "Çend roj berê meaşê kêm aşkere kirin. Hema bira parlementerek rabe û bi vî meaşî debara xwe bike. dikare bike? Em nikarin meaşekî baş bidin karkerên xwe û em radibin qala Projeya Qenal Stenbolê dikin? Cotkarî nemae. Perwerdehî lawaz bûye. Di qada zanistê de em di binî de ne. Pêdivî bi vê yekê tuneye. Pêdiviya welat bi perwerdehiyeke baş, bi destekirina kedkar, karker û zanistê heye". 
 
‘TIŞTÊN HÎN GIRÎNGTIR HENE' 
 
Hulya Ozturk jî got: "Ez li dijî vê projeyê me. Li welatê me heta tu bêjî bes betal hene. Bi vî perî dkarin vê mexdûriyetê hel bikin. Beriya vê projeyê tiştên hîn girîngtir hene. Mesela erdên ji bo çandiniyê bikêr tên hene. Divê ew neyên tunekirin. Em li dijî betonê ne. Em ji bo zarokên xwe, ji bo neviyên xwe, ji bo xweza û pêşeroja xwe hatine vira". 
 
'DIVÊ GUH BIDIN DENGÊ GEL' 
 
Nejdet Arslanê astengdar jî ji Kuçukçekmeceyê hatoye û got: "Em ne dibêjin bira neyê çêkirin ne jî dibêjin bira bê çêkirin. Pêşî bira mirov bên qanehkirin. 4-5 kes radibin dibêjin em ê li vira qenalekê çê bikin. Ev nayê qebûlkirin. Projeyeke mezin e û ev her kesî eleqedar dike. Loma me daxwaznameyên xwe dan. Hêvîdar im guh bidin dengê gel". 
 
MA / Ferhat Çelik
 

Sernavên din

28/12/2019
13:13 Ji bo Keleha Wanê bila nifirê Menua qebûl bibin
13:05 Roboskî di salvegera 8’emîn de jî reş girêda
12:43 Polîsên trafîkê xwest belgeya qusûrê bi malbata Can bidin îmzekirin
12:26 Maşîneyên zirxî di 10 salên dawî de bûn sedemê mirina 37 kesan
12:14 Dozger serlêdana malbatan a Îmraliyê red kir
11:48 Aborînas Karatepe: Aboriya Tirkiye di sala 2019'an de têk çû
11:43 Bi xêzkirina wêne bêrîkirina dayika xwe dide nîşandan
10:55 Cenazeyê Cîhan Can ê otobusa polîsan ew kuşt hat veşartin
10:34 Hêviya mirovahiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aj dide
10:20 ‘Wisa bidome dê 20 sal şûnde zimanê Gurcuyan tune bibe'
09:30 Stenbolî: Pêdiviya me ne bi qenalê, bi kar û bar heye
09:29 Ne xwendekar ne jî beş hene, lê meaşê xwe digirin!
09:14 AYM'ê ji bo nelêkolînkirina şideta polîsan got, 'binpêkirina mafa' ne
09:12 'Mesele ne lehî ye, armanca wan me ji vira derxînin'
09:10 Nerazîbûnên ji bo meaşê kêm: Têkoşîn niha dest pê dike
09:08 'Lêçûn û fatûreyên DEDAŞ'ê pişta me şikand'
09:06 Reqor di dest turîzmê de ye, lê deramet tuneye: 6 meh in karker betal in
09:05 Çîroka kilama Momê
09:04 HDP'î tên şopandin
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2019'AN
08:21 Li Osmaniyê jinek kuştin
08:06 Polîsên Çevîk li Amedê ciwanek kuşt
27/12/2019
21:04 Eskeran di salvegera komkujiyê de Roboskî dorpêç kirin
19:13 Colemêrg bi qedexeya walîtiyê dikeve sala 2020'an
19:05 15 girtî sewq kirin
16:04 Dadgehê serlêdana daxwaza ceyrane ya Mala Cemê red kir
16:01 Aydin: Dixwazin aqûbeta dosyeya Elçî bikin wek a Roboskî
15:53 Çerkezoglu: Qanal Îstanbul nikare ser pirsgirêka veşêre
15:42 Li Erziromê 15 endamên meclisên şaredariyan ji peywirê hatin dûrxistin
15:36 Abdî: Deriyê me ji gelê Idlibê re vekirî ye
15:15 Kanî Beko: Qesr di saetekî de heqê asgarî xerc dike
15:13 Odeya Tabîban a Stenbolê: 5 milyon kes ê nikaribin ji tenduristiyê sûdê bigirin
13:49 ‘Her roj Roboskiyên nû diqewimin’
13:47 'Di xwarina girtiyan de kêzik û bocikên çixarê derdikevin'
13:00 Kubîlay: Divê her kes li dijî polîtîkayên mîlîtarîst û êrişkar ên îqtîdarê derkeve
12:58 KCD: Divê her kes bi hêzek xurt beşdarî çalakiya bîranîna Roboskî bibin
12:13 Li Dersim, Şirnex û Colemêrgê ji ber berfê rêya gundan hat girtin
12:09 Rêxistinên tenduristiyê hişyariya gurîbûnê kirin
11:55 Angaştnameya êrîşa li dijî malbata Şenyaşar hat qebûlkirin
11:55 Neçîrvan derketin seyda Pezkoviyên Dersimê: Pezkoviyek kuştin
11:30 'Roboskî dibe ku destpêk be'
11:11 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:58 Serokê Odeya Avahîsazan Aydin: Dadgeh dê ji rûxandina Sûrê berpirs were girtin
10:23 Li Xarpêt û gelek bajarên din erdhej pêk hat
10:02 'Armanc hatina cem hev û ji qirkirina çandan re na’
09:34 Li Amedê jinek hat kuştin
09:26 ‘Cihê yekîtî lê tunebe serketin jî tuneye'
09:25 Her kincek xwedî dîrokek
09:24 Derbarê ecibandina parvekirinên medyaya civakiyî de biryareke emsal
09:24 ‘Di 112'an de nebûna kurdî cihêkarî û binpêkirineke mezin e'
09:23 Gef li kesên şahidiya kuştina Mûrat Kaya dikin tên xwarin
09:22 Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê
09:22 Di mulakatê de pirseke sosret hat pirsîn!
09:21 ‘Ji bo testa DNA’yê 9 mehe di navbera Wan û Amedê de tê û diçe
09:20 Li Kazakistanê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 14 kes mirin
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2019'AN
26/12/2019
17:10 Şair Teyîp: Helbesta kurdî di bin zextan de ye
16:34 Helbestvan Rewşen Esmer pirtûka xwe îmze kir
16:00 Berhem Salih nameya îstifaya xwe pêşkêşî parlamentoyê kir
15:25 AYM’ê xwest astengkirina malpera Wîkîpedîa were rakirin
15:24 Wêneyên îşkenceya di bin çavan de derketin holê
15:14 Taşdemîr: Tundiya li dijî jinan zêde dibe û îqtîdarê hişê xwe xwariye
14:44 Di doza kovar û rojnameya kurdî de biryara beraetê derket
14:33 Zilamê zaroka 9 salî îstîsmar kir hat girtin
13:54 Başak û Selahattîn Demîrtaş bûn aboneyên xwebûnê
13:07 Dê goristan di bin Bendava Ilisûyê de bimînin
12:21 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Em nebin yek wê qirkirin dewam bike
12:12 Li Kobanê 5'emîn dewriyeya rûs û tirkan dest pê kir
11:19 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
11:08 KCD'ê Cejna Noelê pîroz kir
11:05 Li Êlihê 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî dest pê kir
10:59 Peywira Komîsyona Rewşa Awarte hat dirêjkirin
10:09 Li kanên komirê yên Şirnexê di 2 salan de 14 karker mirin
10:07 Angaşta bi darê beyzbolê gundiyan derb kirine
09:34 Cenazeyê Hasan Înal ji bin hezazê hat derxistin
09:34 Li Wanê polîsan di 4 salan de 2 hezar û 900 kes binçav kirin
09:33 Ava Bendava Ilisûyê gihîşt ber Heskîfê
09:32 53 sal in kilaman dibêje
09:31 ‘Tekane rêya çareseriyê Îmrali ye’
09:30 Li Amedê 7 fabrîqeyên tûxleyan hatin girtin û 3 fabrîqe jî hilberandinê sekinandin
09:29 Keskîn: Tundî bi destê dewletê hat meşrûkirin
09:28 Janên êşa Roboskî danakeve: Dosya komkujiyê ji serî de dest pê dike
09:23 ‘Divê televîzyon giraniyê bidin ser bernameyên çandî û fîlmên kurdî’
09:20 Hişyariya barana zêde û berfê hat kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2019'AN
08:26 Li Gola Wanê keleka penaberan noqî avê bû: 7 penaber mirin
25/12/2019
19:17 Xebata Tahir Elçî ya 'Ferhenga Têgihên Hiqûqê ya Kurdî' bi dawî bû
15:35 Li Zanîngeha Enqereyê mudaxaleyî dansa ‘Las Tesis' kirin
15:35 Leyla Guven li malbata ku ji ber xêzkirina navê wê ceza girtibû geriya
15:20 Lêgerîna hezaza ku li Şirnexê pêk hat didome
15:14 ÎHD: Pêwîste Demîrtaş ê jiyana wî di bin xetereyê de were berdan
13:44 Aktorên qadê yên Tirkiyeyê komên selefî di zôrê de ne!
13:41 Selçûk Mizrakli nehat berdan
13:40 Zarokê wan di bin hezazê de û malbat jî di binçavan de ye
13:14 Li kujerên hevjînê xwe digere
12:59 Çavê 7 milyon karkeran li Komîsyona Tespîta Heqê Herî Hindik e
11:57 Eskeran 19 şikeftên xewezayî rûxandin
11:32 'Çend rênçber ji ber deynê xwe nedan hatin girtin?'
11:28 Danişîna doza Selçûk Mizrakli dest pê kir
11:07 Rêveberiya girtîgehê jiyanê ji girtiyan re pir dibîne