EDENE - Li Edeneyê, îro sê roj in baraneke dijwar dibare. Ji ber vê baranî lehî rabû. Piştî lehî rabû Walîtiya Edeneyê, konên karkerên çandiniyê rakirin. Karkeran, gotin ji xwe dixwestin me ji wir rakin û piştî lehî raûye, lehî kirine hincet.
Li Edeneyê îro sê rojên baraneke dijwar dibare. Piştî baranê lehî rabûbû. Ji ber vê Walîtiya Edeneyê konên karkerên çandiniyê yên li gundê Karagoçer û Çavûşlû yn navçeya Karataşê rakirin. Karkerên konên wan hatin rakirin, hem penaberên sûriyeyî ne hem jî kesên di salên 90'î de ji ber polîtîkayên şerî ji Şirnexê koç kirine.
Li vê qadê ji 500'î zêdetir kon hene. Welatiyan anî ziman ku dewlet lehî kiriye behane û wan derxistiye.
'DIXWAZIN ME BIŞÎNIN'
Karer Gurgun Karar, diyar kir ku bi salan e di şert û mercên zehmet de dimînin û got, dewletê lehî kiriye hincet û dixwaze wan ji vira bişîne. Karar, destnîşan kir ku mirov hatine mexdûr kirin û niha nizanin wê çi bikin. Karar, xwest pirsgirêkên wan bên çareserkirin û got: "30 sal in em li vira ne. Armanca wan konên seranserê qenalê xera bikin. Dixwazin me ji vira derxin û bişînin".
Karker Ubeyît Selek jî destnîşan kir ku dewletê gotiye "dibe lehî rabe" û konên wan xera kirine. Selek, got: "Lehî mehî tuneye. Tenê dixwazin me ji vira derxin û bişînin". Karkerê sûriyeyî Ahmed Ahmed jî û got, nehiştine amûrên xwe jî ji konan derxin û xera kirine û got: "Di konan de heywanên me hebûn. Piranî jê mirin. Me nikaribû amûrên xwe yên di konan de derxie. Nehiştin. Esad saetekê destûr dida me, lê li vira fermandar destûrê jî nade. Xera kirin. Em ê çi bikin, em ê bi ku ve biçin. Em nizanin. Em li derve mane".
'MALA ME BI SER SERÊ ME DE XERA KIRIN'
Hamra Berdîbek ku 15 sal in di konan de dimîne, anî ziman ku keya belgeyeke ku ji wan re nexwendiye bi wan daye îmezkeiin û paşê konên wan hatine xerakirin. Berdîbek, got: "Mala me bi ser serê me de xera kirin. Niha cihek tune em pê de biçin. Madem wê wiha bikira qet neba bira berê ji me re bigotana, em yê konên xw erakirana. Me yê ji xwe re deverek bidîtana. Niha zarokên me jî nexuyane. Ne heqê rêya min heye ne jî titek. Min derdê xwe jiq eymeqam re got, lê guh neda min. Madem tu qeymeqamî tu mecbûrî guh bidî derdê milet. Cihekî nedan ber me. Axayê ku 15 sal in li cem wî dixebitîm jî xw eveşart, tiştek negot".
Karkerê sûriyeyî Osman Abdûllah jî got cendirmeyan ji wan re gotiye, "Me xera kir. Hûn bi ku ve diçin biçin, bicehimin biçin". Abdûllah, got: "Cihekî ku em pê de biçin tuneye. Heywanên me bi saxî kuştin. Amûrên me talan kirin."
'DIVÊ BÊ RAWESTANDIN'
Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari jî hat cihê konan û bi welatiyan re xeber da. Hatîmogûllari, diyar kir ku ji bo çareserkirinê hevdîtin bi Walîtiya Edeneyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê r eçê kirine û got: "Li Edeneyê em çûn malên welatiyên ji be rlehiyê mexdûr bûne. Mal di bin avê d emane. Lê rûxandina van konan û malên ji be rlehiyê di bin avê de mane, wekhev in. Cendirme û qeymeqamtiyê kon xera kirine. Demildest divê bê sekinandin. Biryar a walîtiyê ye; lê ev biryareke nerast e. Dmeildest divê bê sekinandin. Heger talûkeya ji bo lehiyê hebe, tu maneyeke rûxadina konan tuneye. Hîn av nehatiye radibin bi kemçeyan konan xera dikin. ev nayê qebûlkirin. Wê ev mirov, di vê zivistanê de çi bikin. Me bi wan re xeber de. Cihekî pê d ebiçin tuneye. Tişta trajîk ew e ku heywanên xwe yên mirî, betaniyên xwe ji nav wan konên xerakirî derdixin. Ev nerast e, demildest divê dev ji rûxandinê bê berdan".
MA / Hamdûllah Kesen