OSMANIYE- Li Osmaniyeyê Tugba Kaya li mala xwe hat qetilkirin.
Li Taxa Yunus Emre ya Osmaniyeyê Tugba Kaya ya 23 salî li mala xwe hat kuştin. Hat zanîn ku piştî bavê Kaya Îsmaîl Kaya ket hundirê malê, dengê çekê ji hundir hatiye û piştî agahî dan polisan ku Tugba Kaya li malê jiyana xwe ji dest daye. Yekîneyên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê Kaya rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê. Piştî bûyerê palîsan bavê Kaya Îsmail Kaya û hevjînê wê Kadîr Kaya binçav kirin. Piştî karê otopsiyê Kaya defin kirin.