COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê diyar kir ku li bajar û navçeyên Colemêrgê 5 herêm ji bo 15 rojan ji ketin û derketinê re hatine qedexekirin.
Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku 5 herêmên di nava sînorên navçe û bajarê Colemêrgê de ji bo 15 rojan ji ketin û derketinê re hatine qedexekirin. Walîtiyê anî ziman ku bi hinceta herêma ewlehiya taybet ketin û derketina mirovan hatiye qedexekirin. Walîtiyê da zanîn ku qedexe ji 28'ê Kanûna 2019'an heta 11'ê Çileya 2020'an berdewam dike.