AMED – Li Girtigeha Bunyan a Tîpa T, 15 girtiyên siyasî sewq kirin.
15 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê sewqî girtîgehên cuda yên Tirkiyê kirin. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha tîpa T a Bunyan a Kayseriyê bi rêya telefonê agahî dan malbatên xwe û diyar kirin ku 15 hevalên wan hatine sirgûnkirin. Girtiyan anîn ziman ku hevalên wan çima sewq kirine. Girtiyan, dan zanîn ku 6 hevalên wan sewqî Girtîgeha Trabzonê kirine û nizanin yên din sewqî ku kirine. Malbatan jî anîn ziman ku têkildarî sewqkirina girtiyan nehatine agahdarkirin.