AMED - Şaxa Mala Cemê û Çanda Pîr Sûltan Abdal ku ji ber deynên wê ceyrana wê hatibû birîn, serlêdana wê ya "tedbîra ihtiyatê" ku ji bo nûkirina abonetiya xwe kiribû hat redkirin.
Şaxa Mala Cemê û Çanda Pîr Sûltan Abdal ku ji ber deynên wê ceyrana wê ji aliyê Şîrketa Belavkirina Ceyranê (DEDAŞ'ê) ve hatibû birîn, ji bo nûkirina abonetiya xwe, li 5'emîn Dadgeha Asliye Hiqûqê ya Amedê serlêdana "tedbîra ihtiyatê" kiribû. Lê gel ku darizandin hê didome jî Dadgeha Asliye Hiqûqê ya Amedê biryara navberê da û serlêdanê red kir.
Parêzerê Mala Cemê Cafer Kolûman diyar kir ku biryar hê negihîştiye ber destê wan û got ku dema biryara bigihîje ber destê wan dê serî li Dadgeha Îstînafê ya Herêmê bidin.