STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku bi pereyê li Qanal Îstanbul xerç bikin, dikarin di qada pîşesaziya îmalatê de 200 hezar, di sektora xizmetê de 183 hezar, di settora turîzmê de 229 hezar kesan bikin xwedî kar û debara wan bikin. Çerkezoglu, anî ziman ku bi Qanala Îstanbul nikarin ser pirsgirêkan veşêrin.
Endam, rêveber û nûnerên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), bi daxwaza "Em ne projeya har, em kar dixwazin" li dijî Projeya Qanal Îstanbul daxuyanî dan çapemeniyê. Nûner û rêveberên DÎSK'ê li pêş Midûriyeta Bajar a Derdorê ya Stenbolê daxuyanî dan. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu û gelek kesên din amade bûn. Çerkezoglu, anî ziman ku bi vê projeyê vîna gelê Stenbolê tune dihesibînin û wiha got: "Ev proje dê felaketa ekolojik bi xwe re bîne. Dê bajar bê av bihêle. Ev projeya hilweşînê ye. Dê bi deh milyaran lîreyê ku ji bêrika gel derkeve tev heram bibe. Tu pêdiviya Stenbol ji vê projeyê tune ye. Gelê Stenbolê di derdê debar û kar de ne. Yên dixwazin 110 milyar TL di Qanal Stenbolê de veşêrin, zema 10 TL ya ji bo karkeran zêde dibînin. Li Tirkiyeyê 7 milyon karkerên betal hene. 4.5 milyon mirov karkerên bê nasname ne. Qeyda wan tune ye. Di salek dawî de 817 hezar karker betal bûne. Bi pereyê li Qanal Îstanbul xerç bikin, dikarin di qada pîşesaziya îmalatê de 200 hezar, di sektora xizmetê de 183 hezar, di settora turîzmê de 229 hezar kesan bikin xwedî kar û debara wan bikin. Bi Qanala Îstanbul nikarin ser pirsgirêkan veşêrin."
Karker û karmendên ku kom bûn piştî daxuyaniyê li dijî Qanal Îstanbul, daxwaznameyên kom kiribûn dan Midûriyetea Bajar a Derdor û Bajarvaniyê.