RIHA – Rêxistina HDP’ê ya Rihayê bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskî daxuyanî da û got: “Her roj Roboskiyên nû diqewimin.”
Rêxistina HDP’ê ya Rihayê bi wesîleya Komkujiya Roboskî li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, rêveberên HDP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî beşdar bûn. Polîsan ji ber daxuyaniyê derdora avahiya HDP’ê dorpêç kir û nasnameyên welatiyên tev li daxuyaniyê bûn kontrol kirin.
‘LI ROJAVA, WEK ROBOSKÎ KOMKUJÎ PÊK TÊN’
Parlamenter Omer Ocalan gotinên “Wê ser vê bûyerê neyê girtin” ên Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan bi bîr xist û got: “Mixabin em dibînin ku qetilkirina 34 welatiyên kurd li aliyekî niha li Rojava bi dehan zarok, kal û pîrên kurd tên qetilkirin. Polîtîkaya asîmîlasyon, talan û komkujiyê ya dewleta tirk li ser gelê kurd dewam dike.”
‘8 SAL JI BO EDALETÊ DEMEK DIRÊJ E’
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Rihayê Emîne Çetînkaya jî diyar kir ku lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskiyê ji aliyê îqtîdarê ve tê astengkirin û got: “Divê edalet û heqî pêk were. Adalet ew biryare ku di dema xwe de were cih. Berevajî vê yekê zilm e û cînayet e. Ji bo edaletê 8 sal demek dirêj e.”
‘HER ROJ ROBOSKÎ PÊK TÊN’
Çetîner bi bîr xist ku di Komkujiya Roboskî dê 19 kes jê zarok bûn û wiha got: “Em îro ji bo lanetkirina komkujiya Roboskî li vir kom bûne, lê li Rojavaya li ber me her roj zarok, extiyar, û jin tên kuştin û em dibin şahidê van kuştinan. Di şerê piştî pêvajoya çareseriyê ku hat xelaskirin de her roj Roboskiyên nû diqewimin.”