KCD: Divê her kes bi hêzek xurt beşdarî çalakiya bîranîna Roboskî bibin

  • rojane
  • 12:58 27 Kanûn 2019
  • |
img
AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta bîranîna 34 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane daxuyanî da û xwest her kes bi hêzek xurttir tev li bernameya bîranînê bibin. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta 8'emîn salvegera komkujiya Roboskê ku 19 jê zarok 34 kesan jiyana xwe ji dest dabûn daxuyaniyek nivîskî da. 
 
Daxuyaniya KCD'ê wiha ye: 
 
"Komara dewleta Tirkiyeyê ji damezrandina xwe heta niha ligel polîtîkayên dijminatî û pişaftinê yên li hemberî gelê kurd meşandiye, bêhejmar komkujî jî pêk aniye. Yek ji van komkujiyan a ku em bûne şahidê wê di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskê ya Qilabana Şirnexê ye. 
 
Balafirên şer ên tirk li ser serê welatiyan bombe barandin û di encama vê bombebaranê de bedena 34 ciwanên kurd perçe perçe kirin. Serokwezîrê wê demê di daxuyaniya ewilî de li xwe mikur hatibû ku wî fermana vê komkujiyê daye. Ev jî nîşan dide ku ev komkujî bi awayekî plankirî pêk hatiye.
 
Ligel ku di ser komkujiyê re 8 sal derbasbûne jî heta niha derbarê yên ku ferman dane û ev ferman bi cih anîne de tu tiştek nehatiye kirin. Her wiha ser “lêpirsînên” ku hatine destpêkirin girtin û ev dosya jî xistin nav dosyayên “kujer nediyar”.
 
Komkujiya Roboskê, ji komkujiyên ku heta niha li ser gelê me hatiye meşandin yek jê ye. Piştî komkujiya Roboskê êrîşên li ser têkoşîna azadî û demokrasiya gelê me zêdetir bûn. Li bajar û navçeyên wekî Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Pirsûs, Amed, Dîlok û hwd. komkujiyên bêhejmar pêk anîn. Êdî derket holê ku ev hemû pêkanînên wekî polîtîkaya dewletê pêk hatin, di çarçoveya plana têkbirina têkoşîna azadî û demokrasiyê û bi şikandina vîna wê serî li ber sîstema dagirkerî ya heyî bitewînin, pêkanîn.
 
Lê belê dîroka têkoşîna gelê me bi awayekî eşkere nîşan daye ku ev êrîş û komkujî nikare vîna gelê me bişkîne û nikare pêşiya biryarbûna gelê me ya xwedî li vîna xwe derdikeve û bihêzbûna têkoşîna azadî û demokrasiyê bigire. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiya gelê kurd ji gelên Rojhilata Navîn re bûye hêviyek.
 
Dema ku em li dîrokê dinêrin komkujî û sûcên mirovahiyê, ji hêla kê ve hatiye kirin bila bê kirin hatine darizandin. Kujer çiqasî derfetên desthilatdariyê bi kar tînin, hewl didin ji darizandinê xwe xelas bikin jî teqez ew ê li ber edalet û daraza gel hesabê sûcê mirovahiyê bidin.
 
Ne mumkun e ku komkujiya Roboskê û komkujiyên din ji hişê gelê me û gelên cîhanê derxînin û nikarin bidin ji bîr kirin. Îro daxuyaniyên lanetkirina komkujiya Roboskê yên ji çar aliyên dinyayê tên weşandin hestiyariya gelan a li hemberî vê komkujiyê nîşan dide û her wiha tê xwestin ku berpirsyarên vê komkujiyê bên darizandin û hesab ji wan bê pirsîn.
 
Ev tevkariya neteweyî û ya navneteweyî di encama têkoşîna biryarbûnî ya gelê me de derketiye holê. Em di wê baweriyê de ne ku rojên ku berpirsên komkujiya Roboskê hesab bidin nêzîk e.
 
Bi vê bîr û baweriyê em 8’emîn salvegera komkujiya Roboskê careke din bi tundî lanet dikin. Rehma Xwedê li  34 ciwanên me yên jiyana xwe ji dest dane be. Di serî de ji malbata wan û gelê me re  banga me ew e ku bi sebreke mezin vê têkoşîna xwe berdewam bikin.
 
Gelê me û raya giştî ya navteweyî divê bi hêzeke xurt beşdarî çalakî û bîranînên di 8’emîn salvegera komkujiya Roboskê de pêk bên bibin. Em têkoşîna ji bo hesab ji berpirsyarên komkujiyê bê xwestin hatiye destpêkirin bi dildarî silav dikin." 
 

Sernavên din

28/12/2019
13:13 Ji bo Keleha Wanê bila nifirê Menua qebûl bibin
13:05 Roboskî di salvegera 8’emîn de jî reş girêda
12:43 Polîsên trafîkê xwest belgeya qusûrê bi malbata Can bidin îmzekirin
12:26 Maşîneyên zirxî di 10 salên dawî de bûn sedemê mirina 37 kesan
12:14 Dozger serlêdana malbatan a Îmraliyê red kir
11:48 Aborînas Karatepe: Aboriya Tirkiye di sala 2019'an de têk çû
11:43 Bi xêzkirina wêne bêrîkirina dayika xwe dide nîşandan
10:55 Cenazeyê Cîhan Can ê otobusa polîsan ew kuşt hat veşartin
10:34 Hêviya mirovahiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aj dide
10:20 ‘Wisa bidome dê 20 sal şûnde zimanê Gurcuyan tune bibe'
09:30 Stenbolî: Pêdiviya me ne bi qenalê, bi kar û bar heye
09:29 Ne xwendekar ne jî beş hene, lê meaşê xwe digirin!
09:14 AYM'ê ji bo nelêkolînkirina şideta polîsan got, 'binpêkirina mafa' ne
09:12 'Mesele ne lehî ye, armanca wan me ji vira derxînin'
09:10 Nerazîbûnên ji bo meaşê kêm: Têkoşîn niha dest pê dike
09:08 'Lêçûn û fatûreyên DEDAŞ'ê pişta me şikand'
09:06 Reqor di dest turîzmê de ye, lê deramet tuneye: 6 meh in karker betal in
09:05 Çîroka kilama Momê
09:04 HDP'î tên şopandin
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2019'AN
08:21 Li Osmaniyê jinek kuştin
08:06 Polîsên Çevîk li Amedê ciwanek kuşt
27/12/2019
21:04 Eskeran di salvegera komkujiyê de Roboskî dorpêç kirin
19:13 Colemêrg bi qedexeya walîtiyê dikeve sala 2020'an
19:05 15 girtî sewq kirin
16:04 Dadgehê serlêdana daxwaza ceyrane ya Mala Cemê red kir
16:01 Aydin: Dixwazin aqûbeta dosyeya Elçî bikin wek a Roboskî
15:53 Çerkezoglu: Qanal Îstanbul nikare ser pirsgirêka veşêre
15:42 Li Erziromê 15 endamên meclisên şaredariyan ji peywirê hatin dûrxistin
15:36 Abdî: Deriyê me ji gelê Idlibê re vekirî ye
15:15 Kanî Beko: Qesr di saetekî de heqê asgarî xerc dike
15:13 Odeya Tabîban a Stenbolê: 5 milyon kes ê nikaribin ji tenduristiyê sûdê bigirin
13:49 ‘Her roj Roboskiyên nû diqewimin’
13:47 'Di xwarina girtiyan de kêzik û bocikên çixarê derdikevin'
13:00 Kubîlay: Divê her kes li dijî polîtîkayên mîlîtarîst û êrişkar ên îqtîdarê derkeve
12:58 KCD: Divê her kes bi hêzek xurt beşdarî çalakiya bîranîna Roboskî bibin
12:13 Li Dersim, Şirnex û Colemêrgê ji ber berfê rêya gundan hat girtin
12:09 Rêxistinên tenduristiyê hişyariya gurîbûnê kirin
11:55 Angaştnameya êrîşa li dijî malbata Şenyaşar hat qebûlkirin
11:55 Neçîrvan derketin seyda Pezkoviyên Dersimê: Pezkoviyek kuştin
11:30 'Roboskî dibe ku destpêk be'
11:11 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:58 Serokê Odeya Avahîsazan Aydin: Dadgeh dê ji rûxandina Sûrê berpirs were girtin
10:23 Li Xarpêt û gelek bajarên din erdhej pêk hat
10:02 'Armanc hatina cem hev û ji qirkirina çandan re na’
09:34 Li Amedê jinek hat kuştin
09:26 ‘Cihê yekîtî lê tunebe serketin jî tuneye'
09:25 Her kincek xwedî dîrokek
09:24 Derbarê ecibandina parvekirinên medyaya civakiyî de biryareke emsal
09:24 ‘Di 112'an de nebûna kurdî cihêkarî û binpêkirineke mezin e'
09:23 Gef li kesên şahidiya kuştina Mûrat Kaya dikin tên xwarin
09:22 Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê
09:22 Di mulakatê de pirseke sosret hat pirsîn!
09:21 ‘Ji bo testa DNA’yê 9 mehe di navbera Wan û Amedê de tê û diçe
09:20 Li Kazakistanê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 14 kes mirin
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2019'AN
26/12/2019
17:10 Şair Teyîp: Helbesta kurdî di bin zextan de ye
16:34 Helbestvan Rewşen Esmer pirtûka xwe îmze kir
16:00 Berhem Salih nameya îstifaya xwe pêşkêşî parlamentoyê kir
15:25 AYM’ê xwest astengkirina malpera Wîkîpedîa were rakirin
15:24 Wêneyên îşkenceya di bin çavan de derketin holê
15:14 Taşdemîr: Tundiya li dijî jinan zêde dibe û îqtîdarê hişê xwe xwariye
14:44 Di doza kovar û rojnameya kurdî de biryara beraetê derket
14:33 Zilamê zaroka 9 salî îstîsmar kir hat girtin
13:54 Başak û Selahattîn Demîrtaş bûn aboneyên xwebûnê
13:07 Dê goristan di bin Bendava Ilisûyê de bimînin
12:21 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Em nebin yek wê qirkirin dewam bike
12:12 Li Kobanê 5'emîn dewriyeya rûs û tirkan dest pê kir
11:19 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
11:08 KCD'ê Cejna Noelê pîroz kir
11:05 Li Êlihê 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî dest pê kir
10:59 Peywira Komîsyona Rewşa Awarte hat dirêjkirin
10:09 Li kanên komirê yên Şirnexê di 2 salan de 14 karker mirin
10:07 Angaşta bi darê beyzbolê gundiyan derb kirine
09:34 Cenazeyê Hasan Înal ji bin hezazê hat derxistin
09:34 Li Wanê polîsan di 4 salan de 2 hezar û 900 kes binçav kirin
09:33 Ava Bendava Ilisûyê gihîşt ber Heskîfê
09:32 53 sal in kilaman dibêje
09:31 ‘Tekane rêya çareseriyê Îmrali ye’
09:30 Li Amedê 7 fabrîqeyên tûxleyan hatin girtin û 3 fabrîqe jî hilberandinê sekinandin
09:29 Keskîn: Tundî bi destê dewletê hat meşrûkirin
09:28 Janên êşa Roboskî danakeve: Dosya komkujiyê ji serî de dest pê dike
09:23 ‘Divê televîzyon giraniyê bidin ser bernameyên çandî û fîlmên kurdî’
09:20 Hişyariya barana zêde û berfê hat kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2019'AN
08:26 Li Gola Wanê keleka penaberan noqî avê bû: 7 penaber mirin
25/12/2019
19:17 Xebata Tahir Elçî ya 'Ferhenga Têgihên Hiqûqê ya Kurdî' bi dawî bû
15:35 Li Zanîngeha Enqereyê mudaxaleyî dansa ‘Las Tesis' kirin
15:35 Leyla Guven li malbata ku ji ber xêzkirina navê wê ceza girtibû geriya
15:20 Lêgerîna hezaza ku li Şirnexê pêk hat didome
15:14 ÎHD: Pêwîste Demîrtaş ê jiyana wî di bin xetereyê de were berdan
13:44 Aktorên qadê yên Tirkiyeyê komên selefî di zôrê de ne!
13:41 Selçûk Mizrakli nehat berdan
13:40 Zarokê wan di bin hezazê de û malbat jî di binçavan de ye
13:14 Li kujerên hevjînê xwe digere
12:59 Çavê 7 milyon karkeran li Komîsyona Tespîta Heqê Herî Hindik e
11:57 Eskeran 19 şikeftên xewezayî rûxandin
11:32 'Çend rênçber ji ber deynê xwe nedan hatin girtin?'
11:28 Danişîna doza Selçûk Mizrakli dest pê kir
11:07 Rêveberiya girtîgehê jiyanê ji girtiyan re pir dibîne