AMED – Serokê Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefxan Aydin da zanîn ku avahiyên nû li Sûrê hatine çêkirin ne li gorî mîmariya wê hatine çêkirin û bertek nîşanî dadgehê da ku biryara “rawestandina birêvebirinê” nedaye û dê dadgeh ji pêkanînan û rûxandina Sûrê berpirs were girtin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê ji ber pevçûnên li 6 taxan qewimîn bi hezaran avahî û dehan cihê dîrokî zirar dîtin û li şûna ev avahî û şûnwarên dîrokî bihatina tamîrkirin, lê hatin xerakirin. Ji aliyê hikumetê û dadgehê ve biryar hat girtin ku avahiyên nû werin çêkirin. Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê jî li dijî vê biryarê ji bo kevirên bazalt di avahiyên nû de werin bikaranîn û avahî li gorî mîmariya dîrokî ya Sûrê were çêkirin serî li Dadgeha Îdarî ya Amedê dan û doz vekirin.
Di çarçoveya dozê de avahîsaz û projesazên pispor rapor amade kirin. Di rapora pisporan de hat gotin ku avahiyên tên çêkirin ne li gorî dîrok, çand, mîmarî û civakiya Sûrê ye. Lê dadgehê vê raporê neeciband û raporek nû xwest.
Hevserokê Odeya Avahîsazan Amedê Şerefxan Aydin bertek nîşanî biryara dadgehê da û da zanîn ku di bingeha mîmariya malên Sûrê de kevirên bazalt hatine bikaranîn û biryara hikumetê ji bo Sûrê da rê li ber avahiyên bi hesin, elîmînyum, boyax û cam bên çêkirin hatiye vekirin.
'RAPORA ME LI BER ÇAVAN NEGIRTIN’
Aydin anî ziman ku rapora wan ji ber mafdariyê derdixist holê li ber çavan nehatiye girtin û got: “Ji ber rapora me li dijî projeya wan bû rapora me avêtin çopê. Rapor ne li gorî berjwendiyê wan bû. Loma jî betal kirin.”
'DIXWAZIN SÛRÊ BÊNASNAME BIHÊLIN’
Aydin biryara dadgehê wek “Bênasname hiştina Sûrê” nirxand û got: “Wê di salên pêş me de em ê bibînin ku daxwaz û rapora me çiqas mafdar bûye. Lê yên rapora me red kirin jî dê bibînin ku projeya wan li dijî çand û dîroka Sûrê ye. Wê bi van avahiyên ew çêdikin re Sûrek bênsanme derkeve pêşberî me. Çimkî plansaziya wan pêşiya vê yekê vedike. Êdî wê bi çêkirina van avahiyên nû wisa bikin ku avahiyek li her deverek Tirkiyê û Kurdistanê em ê li Sûrê bibînin. Belkî malên dû qat çêkirine lê dema em li dîwar, kûçe û her warê taybetmendiyên van avahiyan dinêrin ji Sûra berê tu taybetmendî nemaye. Wê li Sûrê avahiyên bênasname werin dîtin.”
'DÊ BERPIRSÊ WÊ DADGEH BE’
Aydin da zanîn ku raporek nû jî were amadekirin dê li gorî xwe amade bikin û biryar bidin û berevajî vê yekê pêkanînên li Sûrê pêk werin heyeta pispor û dadgeh dê ji vê yekê berpirsiyar be.
‘DÊ RÛXANDINEK PÊK WERE’
Aydin anî ziman ku lazime heyet li gorî rapora pisporan ku ji avahîsaz û plansazan pêk tê biryarê bide û got: “Neçarin biryara sekinandina birêvebirina çêkirina avahiyan bidin. Çimkî dê rûxandinên ku telafiya wê nîne li Sûrê derkevin holê. Em li bendê ne ku li gorî prensîbên nû yê me di rapora pispor de diyar kirine biryar were dayîn.”
MA / Aydin Atay