AMED – Endama Desteya Şêwirê ya Tora Çand û Zimanan Cevahîr Sadak Duzgun, diyar kir armanca wan ji asîmîlasyon û qirkirina çandan re bêjin na û bi reng û dengên xwe bên cem hev.
Tora Çand û Zimanan, di 23-24'ê Mijdarê de li Amedê civînek çê kiribû. Wê di 11-12'ê Çileya 2020'an de jî civînekê çê bike. Endama Desteya Şêwirê ya Tora Çand û Zimanan û endama sekreteryayê Cevahîr Sadak Duzgun, xebatên torê nirxandin.
Duzgun, diyar kir ku Tora Ziman û Çandan bi tevlîbûna 32 kesan û bi tevahî bi piştgiriya 45 kesan ve komcivinek çê kiriye û got: “Pewistiya wê kordînekirina hinek karan, hevdunaskirin û parastina ziman û çandan e. Li qadê gelek sazî û kes hene ku di hêla ziman de xebatan dikin, lê bes bi hev re nakin ji hev ne haydar in. Tundî û asîmîlasyona ser çandê jî pir xurt e. Mixabin zimanê me ber bi tunebûnê ve diçe. Çi qas xebatên çand û ziman ji berê xurtir jî bin gihiştina wê ya civakê qels e. Ji hêla ragihandinê ve pirsgirêk hene, di derfetên saziyan de pirsgirêk hene, avahiyên çand û ziman nikarin werin bikaranîn. Bi awayekî tên îllegalîzekirin. Ji ber wê yekê me xwest ewilî em bên ba hev, bangekê bikin heya ji me tê xebateke berfireh bidin ber xwe. Em bêjin ji asîmîlasyonê re na, ji qirqirina çandan re na, em bi rengên xwe, dengên xwe bigihin hev. Armanca me ya yekem ev bû.”
'PEVREBÛNA ÇAND Û ZIMANAN DEWLEMENDÎ YE'
Duzgun, ji bo civînê jî got: “7 kes wek sekreterya hatin hilbijartin. Mekanîzmaya wê ew e ku sekreterya xwe li her civînê nû bike. Rewşenbîr, nivîskar, hunermend û lêkolîner hatine ba hev. Me tor berfireh girt. Ev tor ne tora dersdayîna ziman e. Em ji bo îspatkirina hêza ziman naxebitin. Her ziman ji xwe qedîm e, hewceyî îspatkirinê nîn e. Hewcehî heye ku derfet jê re ava bibin ji bo ku di nav gel de bi rehetî ev bibin qanûn. Ji ber wê jî em xebatên xwe berfireh digirin. Pênasekirina xebatên me bi kurtasî jiyana bi kurdî ye. Tê de ziman jî çand jî her tişt heye. Ji bo giştî jî dema me îfade kir ji ber ku ziman tenê ne kurdî ye. Em dibêjin jiyana pevre ya ziman û çandan dewlemendiyek e ji ber wê kî be bila bibe bila bi zimanê xwe, bi çanda xwe bijî. Armanca me ya sereke eve.”
Duzgun, dest nişan kir ku ji bo ku gavên şênber werin avêtin amadekariyên wan ji bo civîna pêş hene û got: “Fikra me û xwesteka me ew e ku em her tiştî li wê derê bişêwirin. Kesên ku beşdarî torê bûyî yên ku derdekî wan bi ziman û çandê re hene bi xwe ne. Mirov nikare bêje xebat tune ne, lê bes gihiştina wê lawaz e. Ji bo ku gihiştina xebatan lawaz e nayên dîtin. Tor, dê van karan kordîne bike yan tenê dê planekê eşkere bike ew jî dê were niqaşkirin.”
Duzgun, bal kişand ser axaftina bi kurdî jî got: “Tu ji bo ziman çi dikî? Em di nav mala xwe de ji bo çand û zimanê xwe çi dikin? Ji bo ku zimanê me nemire çanda me winda nebe em çi dikin? Pêşiya pêşî armanca torê ew e ku vê yekê ji saziyan bipirsin. Salek derbas dibe, va ye 2019 diqede wek keseke kurd min çend şanoyên kurdî temaşe kirine, min çend konserên kurdî temaşe kirin, min çend pirtûk stendin ji bo ku weşangerî xurt bibe? Min çend pirtûk xwendin? Min çend şirove kirin û di jiyana xwe de bicih kirin? Min destê zarokê xwe girt û ez çûm bernameyeke kurdî? Ji ber wê gav pir biçûk tê xuya kirin lê armanc pir mezin e. Ji ber wê me berê xwe daye civakê. Divê civak vegere ser zimanê xwe. Ji bo wê jî kesê ku pêşengtiyê bike di her qada jiyanê de, hunermend be divê bi hunera xwe ve mijûl bin, nivîskar be divê nivîsên xwe xurtir bikin. Ev ne rêbazeke ticarî ye, berhemeke hebûn û tunebûnê ye. Divê kesên xwendevan zêde bibin. Divê ziman bikeve nav rihê zarokan, divê em bi stranan zarokan mezin bikin, divê em çîrokan ji wan re bêjin, divê em pêkenokên xwe bi zimanê xwe bikin. Ji ber wê jî armanc pir berfireh e. Em ê çi qasê bixin xebatên torê ew jî dê di civînê de diyar bibe. Elbet wek sekreterya amadekariyên me hene em ê pêşniyaran bikin lê bes tor demokratîk tev digere, rêbazên tora wisa ne. Em bê civîn nikarin hinek biryaran bistînin.”
PROJEYA ÇÎROKAN
Duzgun, diyar kir ku komeleya zarokan ku serokatiya wê dike sê sal e xebatan dimeşîne û got: “Armanca wê parastin û pêşvebirina ziman û çandan ya kesan e. Me berê xwe daye kurdî, ji bo pêşveçûyîn û parastina ziman. Li wê derê jî em huner wek alavekê bikartînin. Em koroya çê dikin, bi pirzimaniyê xwe digihînin zarokan, em bi awayekî xebatên drama çê dikin bi kurdî. Projeyên çîrokan em çê dikin. Armanca me ew e ku bi rêya çîroka biratiyê ava bikin. Em dibên çîrokên me di nav hev de ne. Ji bo wê jî bi rêya çîroka, hunerê û çandê dixwazin xwe bigihînin zarokan.”
WÊ MIHRÎCANA ZAROKAN LI DAR BIXIN
Duzgun, bilêvkir ku xebatên mîhracana zarokan dikin û got: “Mafê her zarokî heye ku bi coş be û kêf bike. Di jiyana zarokan de çend rojên bi coş kêf hene? Divê bi zimanê xwe bikenin, bikarin têr û tijî xwe bi zimanê xwe bînin ziman. Ji bo wê jî em mîhrîcana zarokan li dar dixin. Em dibên her zarok çawa çanda xwe, zimanê xwe diparêze, divê bikare xwe bigihîne mîrateya cîhanê jî. Ji bo wê jî hêj projeyeke me berdewam e. Armanceke me wisa heye ku di dema betlaneya dibistanan de mîhrîcanekê li dar bixin. Plankirina mîhrîcanê jî wê bi tevlêbûna zarokan çê bibe. Em ê di demekî nêz de xebatên wê bidin dest pê kirin. Em dibêjin di jiyanê de çi dibe bila bibe divê zarok bicivin, bigihêjin hev bi zimanê xwe stranan bibîhizin û bibêjin. Bikenin têra xwe. Ji bo wê jî plana me ya şênber mîhrîcana sûrê ya zarokan e. 17 sazî bi hev re vî karî dikin.”
MA - Fahrettîn Kiliç - Arjîn Dîlek Oncel