AMED - Nunerên rêxistinên tenduristiyê destnîşan kirin ku di Navenda Banga Lezgîn a 112’ê de di nava 5 zimanan de nebûna kurdî cihekariyeke mezin e.
Di Navenda Banga Lezgîn a 112’ê de ji derveyî tirkî, bi zimanên îngîlîzî, erebî, elmanî û rûsî jî xizmet tê dayîn. Di nava vebijêrkên navenda bangê de nebûna kurdî bû sebebê bertekan. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel, nebûna kurdî ya di navenda bangê de xist rojeva Meclîsê. Serokê Odeya Bijîşkan (DTO) Mehmet Şerîf Demîr û Sekreterê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) a Amedê Mehmet Nûr Ûlûs têkildarî nebûna kurdî ya di Navenda Banga Lezgîn a 112’ê de axivîn.
‘XIZMETA TENDURISTIYÊ YA ZIMANÊ ZIKMAKÎ MAFÊ JIYANÊ YE’
Serokê DTO’yê Mehmet Şerîf Demîr, diyar kir ku xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî mafekî jiyanê ye û got: “Xweneîfadekirina nexweş dibe sebebê ku di muayenê de nikare nexweşiya xwe vebêje. Di ema muayenekirinê de tişta esas çîroka nexweşiyê ye. Heta ku çîroka nexweşîna xwe venebêje teşxîsdanîn û tedavîkirin ne gengaz e. Heta niha tu laboratuvar û rêbazên radyolojik cihê çîroka nexweşiyê negirtine. Îjar bi zimanê zikmakî xweneîfadekirin dibe sebebê astengkirina mafê tedawîkirina nexweşînê.”
Demîr, ji bo vê jî mînakeke qewimî da û got: “Ji ber ku jineke extiyar bi tirkî nedizanî dema çû cem doktorî nikarî teşxîsa penceşêra memikan deynin û bi mirinê re rû bi rû ma. Pişt re teşxîsa pênceşêra memikan danîn. Bi biyopsiya hatî kirin tê dîtin ku pênceşêr belavî laşê wê dibe. Ger 3 meh berî wê texhîs hatibûna kirin belkî bi temamî ji nexweşiyê xelas bibûna. Berdêla bêragihandinê belkî dê bi jiyana xwe bide. Ji ber vê yekê rêya çîroka rast ji ragihandineke baş pêkan e. Ev jî bi axaftina nexweş û bijîşkî ya ku heman zimanî biaxivin pekan e, helbet divê ev zimanê ku nexweş bikaribe xwe pê îfade bike bi xwe be.”
‘GELEK KES JI BILÎ KURDÎ TU ZIMANAN NIZANIN’
Demîr, bibîr xist ku zimanê zikmakî yê mirovên ku li herêmê dijîn kurdî ye û got: “Gelek kes ji bilî kurdî bi tu zimanan nizanin. Ji ber vê yekê nedayîna xizmeta tenduristiyê ya bi kurdî cihekarî û binpêkirina mafa ye. Bi vî awayî xwegihandina ji bo xizmeta tenduristiyê çê dibe. Em bijîşkêndizanin ku wergirtina xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî elzem e û mafê mirovan ê makekanunî ye. Em daxwaz dikin ku bila astengiyên li pêşiya xizmeta tenduristiyê ya gerdûnî hemû werin rakirin."
‘LI SER ZIMANÊ KURDÎ TUNDIYEKE ZÊDE HEYE’
Sekreterê Şaxa SES’ê yê Amedê Mehmet Nûr Ûlûs jî diyar kir ku li ser zimanê kurdî tundiyeke zêde heye û got: “Ev xwe di qada tenduristiyê de jî dide nîşandan. Ji bo tedawîkirina nexweşînê divê mirov bi wî zimanî bizane. Heke bijîşk kurdî nizanibe nexweş nikare xwe baş îfade bike. Nexweş dikare xwe bi zimanê xwe baştir îfade bike lê an nexweş tirkî nizane an jî bijîşk kurdî nizane."
‘NEBÛNA KURDÎ DIBE SEBEBÊ MIRINAN’
ÛIûs, da zanîn ku nebûna kurdî ya di Navenda Bangê ya 112’ê de binpêkirina mafê nexweş e û got: “Li heremê 5 ziman tên axaftın. Di rewşên lezgîn de divê nexweş bi awayekî lezgîn rewşa xwe bîne ziman ku mudahale were kirin. Ev ji bo ambulansê jî wisa ye. Nexweşekî ku 5 deqîqeyan mudahaleya wî were kirin ji ber ziman dibe ku bibe sebebê mirina nexweşî. Esas nebûna kurdî dibe sebebê mirina.”
Ûlûs, dest nîşan kir ku nêzîkatiya ji bo kurdî wek fealiyeteke “perçekirin”ê tê binavkirin û ji ber vê yekê kesên ku li ser kurdî dixebitîn jî ji peywîrê hatine dûrxistin an jî hatine girtin. Ûlûs, diyar kir ku zimanê gelê heremê weke her qadê divê di qada tenduristiyê de jî bê bikaranîn.
MA / Fethî Balaman – Fahrettîn Kiliç