* Colemêrgiyan anî ziman ku ji xeynî yekîtiya neteweyî wekî din tu rê tunene û bang li partî û rêxistinên kurdan kirin û gotin: "Bêyî yekîtiyê serketin ne pêkan e".
* Hasan Parîn ku 46 sal in kiras, fîstan, bervanik, zendik û kofiyan çê dike, got her kincek xwedî rabirdûyeke dîrokî û çandî ye.
* Li gundê Mûşiyan ê navçeya Dûtaxê esekeran Mûrat Kaya kuştibû. Niha jî esker gefan li gundiyên şahidê bûyerê dixwinç Mazhar Yalçin, destnîşan kir ku dîmenên dema kuştina birayê wî hene.
* Ji ber ecibandina parvekirinên medyaya civakiyî gelek kes tên girtin. Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan ji bo vê yekê got, di çarçoveya "azadiya fikr û ramanê" de ye û biryara beraatê da.
* Bavê Mercan Erkol Hesin Erkol, piştî pê hesiya ku keça wî jiyana xwe ji dest daye, 9 meh in ji bo testa DNA’yê di navbera Wan û Amedê de diçe û tê. Erkol, herî dawî di 22’yê Kanûnê de ji Wanê hat Amedê û ji bo cenazeyê keça xwe Mercan Erkolê bigire serî li Dozgeriya Komarê ya Amedê da.
* Hat hînbûn ku di mulakata wergirtina personelên avahîsaziyê ya Wezareta Çand û Turîzmê de ji kesên tev li mulakatê bûne pirsa, "Tu bî tu yê li erseya kesekî mensûbî rêxistina terorê avahiyekê çê bikî?" kirine.
* Nunerên rêxistinên tenduristiyê dest nîşan kirin ku di Navenda Banga Lezgîn a 112’ê de di nava 5 zimanan de nebûna kurdî cihekariyeke mezin e.
* Endama Desteya Şêwirê ya Tora Çand û Zimanan Cevahîr Sadak Duzgun, diyar kir armanca wan ji asîmîlasyon û qirkirina çandan re bêjin na û bi reng û dengên xwe bên cem hev.
* Sendîkayên Karkerên Tekstilê yên Şoreşger (Dev-Tekst), dê karkerên ku ji ber sendîkayî bûn ji kar hatin derxistin û 39 rojin di çalakiyê de ne, ziyaret bike. (11.00)
* Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubilay, dê li Navenda HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* TUAYDER a Amedê, dê li avahiya komeleya xwe, dê têkildarî zextên li ser jinên girtî daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Rihayê dê têkildarî komkujiya Roboskî li avahiya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê dê beriya 3'emîn Kongreya Asayî ku di 29'ê kanûnê de li dar bixin li avahiya HDP'ê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)
* DÎSK, dê li dijî projeya Kanal Îstanbul, li pêş Midûriyeta Derdorê ya Beşiktaş a Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Baroya Amedê ji bo faîlên Tahîr Elçî bên dîtin û darizandin dê di hefteya 208'an de li pêş Edliyeya Amedê bernameya “Kursiya Mafên Mirovan a Tahîr Elçî" berdewam bike. (13.30)
* TUHAY-DER'a Wanê, dê di çarçoveya "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan" li salona dahwetê ya Erenoglu bernameyekê li dar bixe. (13.00)
* Rojên Wêjeya Kurd ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hatiye Organîzekirin dê di roja sêyemîn de bidome. (14.00-21.00)