EDENE - Di lêgerîna Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Edeneyê ku bi KHK'ê hatibû girtin de rojnameya Azadiya Welat û kovarên kurdî hatibûn dîtin û weke sûc hatibûn hesibandin û bi angaşta "propagandaya rêxistinê" li 5 endamên komeleyê doz hatibû vekirin. Di daneşîna yekemîn de her pênç endamên komeleyê beraet kirin.
Di lêgerîna Şaxa Komeleya Pêşxistin û Lêkolînên Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) ya Edeneyê ku bi KHK'ê hatibû girtin de rojnameya Azadiya Welat û kovarên kurdî hatibûn desteserkirin. Azadiya û hin kovara weke sûc hatibûn hesibandin û bi angaşta "propagandaya rêxistinê" kirine, li 5 endamên komeleyê doz hatibû vekirin. Di daneşîna yekemîn a dozê li 11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edeneyê hat dîtin.
Serokê Komeleyê yê berdayî tê darizandin Giyasettîn Gumuş û rêveberên komeleyê Abdulkerîm Aslan, Fatma Dogan, Îsa Bûlût û Mehmet Reşît Gultekîn û parêzer li daneşînê amade bûn. Di daneşîna ku bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir de kurtasiya angaştnameyê hat xwendin. Piştre parastin hatin kirin û serok û rêveberên komeleyên sûcdariyên ku li wan dihatin kirin red kirin û beraeta xwe xwestin. Parêzerên komeleyê jî beraeta muwekîlê xwe xwestin.
Dozger jî mutalaa xwe aşkera kir û da zanîn ku ji ber wesfa "propagandaya rêxistinê" çênebûye, daxwaza beraetê kir.
Piştî vê yekê heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Heyetê daxwazan qebûl kir û biryar da rêveberên komeleyê bên beraetkirin.