AMED – Platforma Yekîtiya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe ya li Amedê li dar xist eşkere kir. Platformê da zanîn ku ew ê li ser bingeha “azadiya wan yekîtiya wan e” bixebitin û heta got heta kurd nebin yek dê polîtîkaya qirkirinê jî bi dawî nebe.
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd di 22’ê kanûnê de li Amedê di salvegera duyemîn a Platforma xwe li hev kom bûbûn û li ser yekîtiya neteweyî ya kurd nîqaş kiribûn. Platformê encamnameya civîna xwe bi raya giştî re parve kir.
Encamnameya Platformê wiha ye:
“Em wek Platforma Yekitîya Jinên Kurd di avakirina sala me ya duyemîn de careke din bi dezgehên Kurd, partîyên sîyasî, însîyatîfa jinên Kurd û tevgerên jinan bi durişma ‘Em ji vê derê ne, em li vê de rê ne, azadiya me yekitiya me ye’ hatin cem hev.
Me êrişên ku li Kurdistanê bi binpêkirina mafan derbas bûye, û kulên qewimîne nîqaş kir. Û em gihiştin tenê yek encamê: heta Kurd nebin yek di serî de jinên Kurd, li çar alîyên Kurdistanê ji qirkirin û polîtîkayên mêtîngeh xilas nabin.
Çarenûsa Azadîya me li hemû parçeyên Kurdistanê yekitî û azadîya kurdan e.
Em dixwazin bawerîya xwe ya têkoşer û pirsyarker bang li sîyasertmedarên Kurd û gelê Kurd bikin. Ji hemû alîyan em jinan di yekitîya kurdan de wek hezêke mezin qebûl dikin.
Dîsa em dîtinên îdeolojîyên fermî yên ku jinan tune dihesibîne serdestîya mêran, feodal û milîtarîst qebûl nakin.
Em li hemberî ‘parçekirina’ li me hatîye ferz kirin derdikevin.
Ji bo Azadîya kurdan em nêrîna jinan, daxwaza yekîtîyê derdixin pêş.
Em bi bawer in, dest jê bernadin, em ê hewldana diyaloga ji bo yekitîyê zêdetir bikin careke din bi israr bang dikin; yan em ê bibin yek yen jî em ê yek bi yek tune bibin.
DAXWAZA ANÎNA GORA EYŞE ŞAN
Daxwaza ku Eyşe Şan xwest li Amedê were definkirin em wek jinên Kurd li ser xwe wasîyet dihesibînin û em ê israr bikin ku gora Eyşe Şan ji navçeya Buca/Îzmîrê bînin Amedê.
Konferansa me ya salvegera duyemîn ji partî, sazî, însîyatîf û tevgerên Kurd re bi banga hemû jinan ‘Ey Kurdino, ger ku em nebin yek, em ê biçin yek bi yek’ bi dawî bû.”