STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo ku bi muvekkîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez, Raziye Tûrgût û Rezan Sarica ji bo ku muwekîlê xwe Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan Nevroz Uysal û Rezan Sarica, piştî 8 salan di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîran û 7'ê tebaxê bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.
Piştî 7'ê Tebaxê û şûnde hemû serlêdan bê bersîv mane.