AMED - KCD'ê bi munasebeta Cejna Noelê daxuyaniyek nivîskî weşand û di serî de xrîstiyanên ku li Kurdistanê dijîn li tevahiya alema xrîstiyanan pîroz kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî cejna Noelê daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejnê li xrîstiyanên ku li Kurdistanê dijîn û tevahî alema xrîstiyanan pîroz kir. KCD di daxuyaniya xwe de qala girîngiya cejnê kir û destnîşan kir ku nirxên herî pîroz ên ku bawerî û çandên cûda di nava xwe de dide jiyin jî cejn in.
Tevahiya daxuyaniya KCD'ê wiha ye:
"Bi hezaran sale ku baweriyên cüda di serî de li erdnîgariya Rojhilata Navîn, Kurdîstan û Anatolyayê bi hev re dijîn. Di nava nirxên herî pîroz ên ku bawerî û çandên cûda di nava xwe de dide jiyankirin cejn in.
Di nava van cejnan de yek jê jî Cejna Noel’ê (Yaldo) ku 2 hezar salin ji hêla Xrîstiyanên ku li welatê me dijîn tê pîrozkirin e. Em di wê baweriyê de ne ku dê Cejna Noel’ê rêzdariya di nava baweriyên cûda de hê bêhtir zexîm bike û dê bibe wesîleya aşitî û aramiya di nava mirovan de.
Bi van hest û ramanan em di serî de cejna Noel’ê li Xrîstiyanên ku li Kurdistanê dijîn û tevahî alema Xrîstiyanan pîroz dikin. Em hêvîdarin ku ev cejn bibe wesîleya aşitî û aramiyê."