MÊRDÎN - Gundiyên ku piştî pevçûna li Dêrik û Şemrexê hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn berdan, bi angaşta ku bi darê beyzbolê hatine derpkirin serlêdana sûc kirin. Parêzerên gundiyan, diyar kirin ku leşkeran navê "Haydar" li darê beyzbolê kirine û îşkenceya di bin çavan de sîstematîk e.
Di 17'ê Kanûnê de li gundê Şêb ê navçeya Şemrexê û gundê Şêba Jêr ê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û piştî qedexeyê pevçûn derketibû. Piştî pevçûnan di 20'ê Kanûnê de li gorî angaşta gundiyan bi destnîşankirina kesekî rûpoş li her du gundan 8 kes hatibûn binçavkirin. Kesên ku hatibûn binçavkirin di 24'ê Kanûnê de bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Gundî, di binçavkirina xwe ya 4 rojan de ya li Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Mêrdînê di bin navê “mulakatê” de îşkence li wan hatibû kirin û derketibû holê ku li nexweşxaneyê bi raporên bijîjkan ser vê îşkenceyê hatiye girtin.
'BI DAR HATINE DERPKIRIN'
Li gorî vegotinên gundiyan di 20'ê Kanûnê de leşkeran di bin navê “mulakatê” de bi wan re hevdîtin kirine û xwestine bi zorê îfadeyên wan bigirin û gef li wan xwarine. Gundiyan destnîşan kir ku dema gefxwarinê de leşkeran ji wan pirsiye ku "Hûn Haydar nas dikin?" û li ser bêdengmayînê bi darê bezybolê wan derp kirine. Gundiyan, anî ziman ku ji bilî darê beyzbolê bi kul û pihînan jî hatine derpkirin û dema çûne nexweşxaneyê mieyneya wan di maşîneya leşkerî de hatiye kirin û ji ber ku leşker li cem wan bûne nikaribûne bibêjin ku hatine derpkirin.
BIJÎJK PÊŞÎ GOT KU DERP TUNE PAŞÊ JÎ GOT KU DERBÊN 5-6 ROJAN E
Li ser mudaxaleya parêzeran gundî rapora derpkirinê digirin. Derket holê ku di rapora derpkirinê de nelirêtî hatiye kirin. Li gorî raporên nexweşxaneyê; piştî binçavkirinê rapora ku di 21'ê Kanûnê de hatiye amadekirin de bijîjk gotiye ku derb tunene. Li gorî rapora heman nexweşxaneyê ya di 22'ê Kanûnê de jî hatiye diyarkirin ku di kefa her du destan de ji 3'an heta 5'an nokteyên mor hebûne û ev jî şopên beriya 5-6 rojan e. Di rapora 23'ê Kanûnê de jî gotinên rapora 22'ê Kanûnê hatine nivîsandin.
Piştî berdana xwe gundiyan, li Amedê serî li Şaxa Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) ya Amedê da û piştgiriya tibbî girtin û bi rêya parêzerên xwe li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ji bo îşkenceya li wan hatiye kirin serlêdan sûc kirin.
Parêzeran gundiyan Kemal Erdem û Soner Kurt jî diyar kirin ku leşkeran navê "Haydar" li darê beyzbolê kirine û ev jî nîşan dide ku îşkenceya di bin çavan de bi awayekî sîstematîk tê kirin.