AMED – Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên hişk ku li ser Kurdan dimeşine û got: "Aqlê dewletê ji sala 1915’an heta niha nehatiye guhertin."
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) Eren Keskîn bal kişand ser îhlalên mafan ên bajarên Tirkiyê û Kurdistanê û wiha got: “Aqlê dewletê ji sala 1915’an heta vegavê nehatiye guhertin. Kesên muhalif, yên ne ji wan, kesên ku ji derveyî bîrdoziya wan difikirin herkesî dijmin dibînin."
Keskîn, dest nîşan kir ku sebebê îhlalên mafan ên dawî AKP ye û got: “Bi destpêkirina polîtîkayên AKP’ê yên hişk ku ser kurdan dimeşîne, tundî bi destê dewletê tê meşrûkirin. Vê tundiyê di serî de jinan û zarokan xist. Îro dewlet polîtîkayên xwe yên nijadperest û şoven bi rêze fîlman, bi futbolê dixe hundirê malan. Di her malê de tundî meşrû dibe.” Keskîn, da zanîn ku tundiya bi destê dewletê tê meşrûkirinê cinayetên jina zêde bûne û wiha axivî: “Ji ber vê yekê cinayetên jinan û tundiya ser jinan mirov serbixwe niqaş bike ne gengaz e. Cinayeta jinan bi tundiya dewletê ve zêde dibin.”
‘DI HER QADA JIYANÊ DE ÎŞKENCE TÊ KIRIN’
Keskîn, diyar kir ku di her qada jiyanê de careke din bi awayekî zêde îşkence tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî girtî rastî van îhlalan tên. Ew pêvajoya ku em pevajoya çareseriyê bi nav dikin de tundî bi devkî bû. Lê niha zivirîne salên 90’î. Di girtîgehan de îhlalên mafan ên mezin tên jiyîn. Di serî de li Îmraliyê li hemû girtîgehan pergala tecrîtê tê sepandin. Girtiyên nexweş bi raporên adlî tıpê, encax bi mirinê ji girtîgehan dikarin derkevin.”
‘SEBEBÊ QEYRANA ABORÎ YA KU KÛRTIR DIBE ŞER E’
Keskîn, diyar kir ku sebebê qeyrana aborî ya ku her diçe kûrtir dibe şer e. Keskîn, sinifa karkerên Tirkiyê ya ku nikarin di nava şer û aboriyê de têkiliyê danin rexne kir û wiha got: “Heta ku şer berdewam bike, ji çekan re pere were veqetandin dê karker tim birçî bimîne. Mixabin di ferqa vê de nînin, daxwazeke sinifa karkeran ya wisa jî nîne.”
‘RIYA XELASBÛNÊ BERXWEDAN E’
Keskîn, dest nîşan kir ku di vê pêvajoyên zor de di serî de kurd, jin, kesên LGBTÎ, antî mîlîtarîst damareke têkoşînê heye û wiha axivî: “Hêvî heye. Tenê riya xelasbûna van pêvajoyên zehmet heye ew jî berxwedan e.”
MA - Arjin Dîlek Oncel / Fahrettîn Kiliç