AMED – Derhêner û sînemager Îlham Bakir, têkildarî xebatên tora çand û ziman diyar kir ku dê di demen pêş de ji bo plansaziya pratik civîneke ku ji 200-300 kesan pêk tê li dar bixin û bernameyekê dînin pêş xwe û wiha got: “Em jî wekî saziya çandê dikarin fîlm û rêzefîlmên kurdî amade bikin. Divê televîzyonên kurdî jî giraniyê bidin ser bernameyên çandî û fîlmên kurdî.”
Derhenêr Îlham Bakir têkildarî rewşa zimanê kurdî diyar kir ku di çar pênç salên dawî de peşveçûneke mezin heye û got: “Ziman bi riya dewletê hatiye qedexe kirin. Her çend wekî TRT Kurdî bi kurdî weşanê bike jî li ser çanda kurdî pişaftineke mezin pêş dixe. Bi taybetî nifşên nû zêde bi kurdî na axivin. Koçberiya ji gundan û valakirina gundan li ser kurdî bandoreke neyînî çêdike. Ji ber ku gund vala dibin û çandînî kêm dibe ziman li bajaran zêde nayê axaftin.” Bakir, da zanîn ku ziman di bin xeteriyeke mezin de ye û got: “Eger zimanek ne fermî be, zehmet e ku pêş bikeve. Kurdî heta niha bi devkî pêş ketiye û hêj dewlemendiya xwe winda nekiriye.”
‘PERWERDE NEBE ZEHMET E KU KURDÎ PÊŞBIKEVE’
Bakir, bal kişand ser dewlemendiya kurdî û wiha berdewam kir: “Gelek klasîkên kurdî hene. Wekî Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Dîwana Melayê Cizîrî mînakên dewlemendiya kurdî ne. Lê ku perwerde û zanist nebe zehmet e ku kurdî pêşbikeve.”
Bakir, anî ziman ku dixwazin wekî rewşenbîrên kurd li Bakûr, çar perçeyên Kurdistan ên din û dîasporayê li dora ziman yektiyê ava bikin û wiha pêde çû: “Ji ber ku li dora ziman yekitî nebe di aliyên din de jî yekitî pêş nakeve. Me wekî komekê ji xwe re ev yek kir dert û 45 kesan li ser vê mijarê du rojan niqaş kirin. Bêtir ser rê û rêbaza ku em karibin çawa zêdetir derdorên din tevlî bikin rawestiyan. Piştî civînê me metnek amade kir û bang li zimanzan û rewşenbîrên kurd kir. Encamek baş derket. Hinek rexne jî hebûn lê ne girîng e. Tu çil caran têk biçî jî ya girîng di cara çil û yekemîn de serbikeve û dersê ji şaşiyên borî derxin. Di encamê de me sekreteryayek avakir. Ev sekreterya ji bo civîneke ku 200-300 kes beşdar bibin dê xebatan bikin. Di civîna ku bê li dar xistin de rê û rêbaz û çi wê bê kirin dê bê niqaş kirin û pratîkekê diyar bikin. Belkî em klasîkên cîhanê an go sînemayên cîhanê werger bikin.”
‘EM Ê LI HEMBERÎ YEK ZIMANIYÊ TÊBIKOŞIN’
Bakir, dest nîşan kir ku niha gelek pirtûkên bi kurdî hene û gelek weşanxane bi kurdî pirtûkan çap dikin û wiha berdewam kir: “Êdî nivîskar û xwendavanên kurd jî hene. Ev yek girîng e. Ziman ne fermî be jî êdî komek kes meseleya çand û ziman ji xwe re dikin dert û çand û ziman ji bo me muştereka sereke ye. Me di xebatên xwe de dest nîşan kir ku em ê li hemberî yek ziman yek çand û hişmendiya monopolît têbikoşin. Banga me ji bo kurdên me hebû ku bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsinin. Banga me ji entelektuelan re hebû ku xebatan bimeşînin. Banga me ji dewletê re jî hebû ku hemû zimanên heyî bike zimanê fermî û perwerdehiyê. Me bang li hêzên navnetewî jî kir ku ji bo qedexeyên li ser ziman rabin erka xwe pêk bînin. Ev xebateke entelektuelên kurd e û wê xizmeta yekitiya kurd bike.”
‘ZIMAN PERÇEYEKÎ ÇANDÊ YE’
Bakir, bal kişand ser pişaftina ziman û çandê û wiha domand: “Ziman perçeyekî çandê ye. Ger ku ziman bê pişaftin, çand jî dê winda bibe. Ger ku çand winda bibe civak jî perçe dibe. Gelek kevneşopiyên kurdan hene winda dibin. Hinek tax tên hilweşandin û li şûna wan avahiyên TOKÎ tên avakirin bi xwe re hilweşîna çand û civakê re jî pêş dixe.”
‘DIVÊ LI DIJÎ PIŞAFTINÊ XEBATÊN XURT BIMEŞÎNIN’
Bakir, bal kişand ser giringiya hunerê jî û got: “Huner jî perçeyekî çandê ye. Ji bona pêşxistina ziman û çandê girîng e. Ji ber vê yekê divê kurd bi zimane xwe hunera xwe çêkin. Li ser pêşxistina ziman sinema jî girîng e. Ji ber wê yekê divê kurd bi zimanê xwe sînemayê pêş bixin. Pişaftina dewletê ya li ser ziman her ku diçe zêde dibe. Bi riya televîzyonan û înternetê dikeve malê û polîtîkayên pişaftinê pêş dixin. Divê em jî li hemberî vê yekê xebatên xurt û mezin bimeşînin em ji van xebatan bi hêvî ne.”
‘WEKÎ SAZIYA ÇANDÎ DIKARIN FILMÊN KURDÎ ÇÊBIKIN’
Bakir, herî dawî bal kişand ser xebatên saziya çandê jî û wiha got: “Wekî saziya çandê em dikarin fîlmên kurdî, rêze fîlm çêkin. An jî li ser fîlmên biyanî jêr nivîs bi nivîsînin. Dîsa dublaja fîlmên biyanî bikin. Li aliyê din gelek televîzyonên kurdî henin. Divê ew jî giraniyê bidin ser bernameyên çandî û fîlmên kurdî.”
MA- Fahrettîn Kiliç / Fathî Balaman