AMED - Ji bo Amed, Sêrt, Mêrdîn, Şirnex, Dersim, Çewlik û Xarpêtê hişyariya barana tavî û berfê hat kirin.
Baran û taviyên ku dê îro li herêmê bi barin tê payîn ku li Amed, Sêrt, Êlih û Şirnexê bi bandora (21-50 kilogram/metreqare) bin. Her wiha tê texmînkirin ku li ciyên bilind ên Sêrt, Dersim, Çewlik, Xarpêt û Şirnexê jî berfeke zêde (20 santimetre) bibare. Tê payîn ku berf û baran heta sibê bandora xwe bidomîne.
15'emîn Miduriyeta Meteorolojî hişyarî da û xwest ku ji bo astengiyên terafîqê û lehiyê welatî bergiriyên xwe bigirin.