* Derhêner û sînemager Îlham Bakir, têkildarî xebatên tora çand û ziman diyar kir ku dê di demen pêş de ji bo plansaziya pratik civîneke ku ji 200-300 kesan pêk tê li dar bixin û bernameyekê dînin pêş xwe û wiha got: “Em jî wekî saziya çandê dikarin fîlm û rêzefîlmên kurdî amade bikin. Divê televîzyonên kurdî jî giraniyê bidin ser bernameyên çandî û fîlmên kurdî.”
* Di ser komkujiya Roboskê ya 19 jê zarok 34 welatiyên Roboskê hatin kuştin re 8 sal derbas bûn. Li dijî faîlên ku ji aliyê Dadgehên herêmî, AYM û DMME'ê ve bê ceza hatin hiştin, bi delîlên nû dosya ji nûve şandin pêş Dozgerê Komarê yê Qilebanê.
* Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên hişk ku li ser Kurdan dimeşine û got: "Aqlê dewletê ji sala 1915’an heta niha nehatiye guhertin."
* Li Amedê 11 fabrîkayên tûxleyan hene û ji van 7 fabrîqe ji ber sedema krîza aborî hilberandina xwe sekinandin. Her nirxê fabrîqeyek hat girtin 15 milyon TL bû. Kîloyê makîneyên fabrîqeyan bi lîreyek firotin xûrdevanan.
* Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: “Bi sepana tecrîdkirina Ocalan civak tê tecrîdkirin. Ji ber vê yekê jî tekane rêya çareseriyê cem birêz Ocalan e.”
* Zulkuf Korkmaz ku li Erziromê dijî, dengbêjiya ku ji dayika xwe hîn kiriye 53 salên berdewam dike. Korkmaz çîrokên kilaman dinivisîne û hewld dide antolojiya kilamên kurdî çêbike, xeyala wî ya herî mezin li gundê xwe avakirina dîvaneke dengbêjan e û vê çandê ji nifşên dû xwe re ragihîne.
* Li Wanê di nava 4 salên dawî de 24 hezar û 500 mafên mirovan hatin îhlalkirin. Welatî rastî lêdan, îşkence, heqaret û gefan hatin. Polîsan bi ser 2 hezar û 100 malan de girtin û di serdegirtina malan de 2 hezar û 900 kes binçav kirin.
* Rojnameger Berivan Altan, bi boneya balê bikişîne ser tundiya polîsan a sistematîk dê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* KESK, dê rapora binpêkirina mafan a salane li Navenda Giştî ya KESK'ê bi raya giştî re parve bike. (11.00)
* Danişîna 19 kesên ku di navde Rojnameger Haydar Ergul, rêveberên DBP û HDP'ê hene dê li 22’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)
* Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, dê têkildarî geşedanên dawî û rojeva jinê li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
* 1'emîn Danişîna doza rêveberên KURDÎ-DER'a Edeneyê ku polîsan bi ser avahiyê de girtibûn û rojnameyên Azadiya Welat û kovarên kurdî desteser kiribûn, dê li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê bê dîtin. (10.00-19.00)
* Komeleya GOÇ-DER'ê ya Wanê dê beriya kongreya xwe civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)