EDENE - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, li malbata zarokê ku ji ber navê wê li ser dîwarê dibistanekê xêz kiribû, 3 cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, geriya. Guven, ji malbatê re diyar kir ku li Roboskî ye û tiştên ku hatine serê zarokê wan û zarokên Roboskî berhema heman zihniyetê ye.
Li Edeneyê, ji ber ku dema çalakiya greva birçîbûnê li ser dîwarê dibistanekî nivîsîn mîna "Leyla Guven rûmeta me ye" , "Deng bide Leyla Guven" , "Deng bide jiyanê" nivîsandibû, ji aliyê 3'emîn Dadgeha Zarokan a Edeneyê ve bi hinceta ku "Xesar daye malê cemaweriyê" 3 meh cezayê girtîgehê li zarokê bi navê M.E.E. hatibû birîn. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li bavê zarokê ku ceza girtibû Nîmet Sezgîn geriya û got ku li gel malbatê ye.
'BI ROBOSKÎ RE HEMAN ZIHNIYET E'
Guven, ji bavê zarok Nîmet Sezgîn re ev tişt got: "Em li Roboskî ne. Tiştên ku hatine serê zarokê we û zarokên Roboskî berhema heman zihniyetê ye. Gelo çima nivîsandina navê siyasetmedareke sivîl desthilata AKP'ê û daraza wê aciz dike? Ev derdixe holê ku gelek aciz in. Sekna bi rûmet a bav jî nîşan dide ku em ê serê xwe li ber netewînin. Em ê tu carî vê pêkanînê qebûl nekin. Em dixwazin ku hûn zanibin ku di vê mijarê de her cûre têkoşîna hiqûqê bidin."