AMED – Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli di danişîna ewil de hat dadgehkirin û biryara dewama girtina wî hat dayîn.
Danişîna ewil a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî kirin û ji wezîfeyê hat dûrxistin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Mizrakli ji Girtîgeha T2 a Bunyana Kayseriyê bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Mizrakli û parêzerên wî Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, Mehmet Emîn Aktar û Zulal Erdogan parastinê kirin.
Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara dewama girtina Mizrakli da û danişînê taloqî 10’ê sibata 2020’an kir.