AMED - Di dîrokê de yekîtiya neteweya Kurd her dem bi peymanên di nava dewletan de hat astengkirin. Kurd vê carê naxwazin dirok dubare bibe û bi biryar û israrin ku teqez yekîtiyê ava bikin. Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier, anî ziman ku yekîtî dê partiyên Kurdan bi rêngê wan bêtir xurttir bike.
Gelê Kurd ji dîrokê heta niha ji bo yekîtiyê her dem rastî astengiyên cuda hatin. Her dem hêzên navdewletî û dewletan bi peymanên di nava xwe de çêkirin destûr nedan ku yekîtiya Kurdan ava bibe. Piştî şerê cîhanê yê 1'emîn ji ber ku Kurd nebûn yek, ji hemû mafê xwe yê ziman, çand û nasnameyê bêpar hatin hiştin. Bi mudaxaleya hêzên emperyalîst Kurdistan din navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de parve kirin. Gelê Kurd ku yek ji gelên herî qedîm ê Rojhilata Navîn in, çi cara xwestin yekîtiya xwe ava bikin rastî astengiyên cuda hatin. Piştî dewleta Osmanî perçe bû, Osmanî û Dewletên Îtilafê, di 10'ê Tebaxa 1920’an de peymana Sevrê îmze kirin û erdnîgariya Kurdistanê perçe kirin. Hemû mafên Kurdan ji destê wan girtin. Nûnerên Tirkiyeyê û Împaratoriya Britanyayê, Fransa, Îtalya, Japon, Yunanistan, Romanya, Sirp, Hirvat û Sloven di 24'ê Tîrmeha 1923'an de Peymana Lozanê îmze kirin û Kurdistan kirin 4 perçe. Di 8'ê Tîrmeha 1937’an de Îran, Tirkiye, Afganistan û Irakê li Tahranê peymana “Sadabat Pakti” îmez kirin û Kurd bê statu hiştin. Dewletên peymana Sadabat Pakti îmze kirin soz dan hev ku sînorê hev biparêzin.
Di çileya 1946’an de di pêşengiya Qazi Mihemed de li Îranê Komara Mahabad hat avakirin. Lê piştî Yekîtiya Sovyetan xwe vekişand, ji ber Kurd nebûn yek Komara Mahabad hilweşiya. Di sala 1975'an de Îran û Iraqê Peymana Cezayirê îmze kir. Di peymanê de xwestin piştgiriyê nedin Herêma Federe a Kurdistanê. Piştî vê yekê têkoşîna Mele Mistefa Barzanî ya ji bo Kurdan têk çû. Piştî PKK’ê dest bi têkoşîna azadiya Kurd kir, vê varê Tirkiye û Irakê di sala 1983’an de peyman îmze kirin û li dijî PKK’ê şer kirin. Di 9'ê Cotmeha 1998’an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi destê hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê derxistin û di 20'ê Cotmeha 1998’an de Tirkiye û Sûriye Mutabakata Edeneyê îmze kirin. Li ser vê peymanê biryar girtin ku endamên PKK'ê radestî Tirkiyeyê bikin. Ji bo Kurd nebin yek û xwedî statu her dem astengî derxistin. Piştî di sala 2014'an de li dijî Kobanê, piştî wê li Kerkuk, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş pêk hatin, dîsa mijara Yekîtiya Neteweya Kurd ket rojevê. Di mijara yekîtiya Neteweya Kurd bi îmzeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Serokê Herêma Kurdistan a Federe Mesut Barzanî û Serokomarê Iraqê yê berê Celal Talabanî disala 2013'an de gav hatin avêtin. 3 rêberên Kurd ji bo "Kongreya Yekîtiya Neteweyî" bang kirin.
Di sala 2013'an de komîteya amadekar hat avakirin. Partî û tevgerên Kurd piştgirî dan bangê û erênî dîtin. Li Hewlerê 2 rojan konferans li dar xistin. Di civînê de 6 ji Bakur, 4 ji Rojava, 5 ji Başûr, 5 ji Rojhilat û 1 jî ji diasporayê bi giştî 21 kes ji bo Komîtiya Amadekar a Kongreyê hatin hilbijartin. Endamên Komiteyeyê li ser 8 mijarên ku ji perwerdehî, çand, çapemenî, wêje, aborî û hiqûqê pêk tê dest bi xebatê kirin. Piştî xebatê biryar dan ku 600 deleyî tev li xebatê bikin. Lê ji ber sedemên cuda ev kongre pêk nehat. Lê mijara yekîtiyê tu carî ji rojeva Kurdan derneket.
Beriya hilbijartinê 31'ê Adarê HDP'ê bi partiyên wekî DBP, DDKD, Partiya Mirov û Azadî, Partiya Komînîstên Kurdistan (KKP), PDK-Bakur), PDK-T û Hareketa Azadî re îttifak ava kirin û diyar kirin ku ev ne tenê îtîfaqa ji bo hilbijratinê ye. Diyar kirin ku ev bingehê yekîtiyê ye.
Piştî hilbijartinê jî nûnerên HDP, DBP, DTK, DDKD, KDP-T, PDK-Bakur, KKP, Partiya Mirov û Azadî, Hareketa Azadî dem bi dem li Amedê kom bûn. Piştî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn, gelê Kurd û nûnerên partiyên Kurd bi dengekî bilintir qala Yekîtiya Neteweyî kirin.
DI 5'Ê KANÛNÊ DE CIVİYAN
10 partiyên Kurd di 5'ê Kanûnê de li Amedê li hev kom bûn û îlan kirin ku dê ji niha û şûnde bi navê "Xebatên Îtîfaqa Kurdistanê" bimeşînin. Tê plankirin ku di navbera 18-19'ê Çileya 2020'an de ji bo yekîtiyê xebatek bê kirin. Li gorî peymana di navbera TEV-DEM) û Konseya Neteweya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ji bo xebatên ENKS'ê yên li Rojava astengî hatin rakirin.
Têkildarî xebatan Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier ku demek dirêj di nava xebatan de cih digire ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
Îmam Taşçier, anî ziman ku Osmanî û Îranê di sala 1639'an de peymana Kasr-ı Şirin îmze kirin û Kurdistan kirin 2 perçe û wiha got: "Di sala 1916'an de Fransa, Îngiltere û Rusya peymana Sykes-Picot îmze kirin. bi vê peymanê bingeha peymana Sewrê ya sala 1920’an û bingeha peymana Lozanê ya sala 1923'an amade kirin. Bi van peymanan polîtîkaya Kurdan perçe bike û bi rêve bibin pêş xistin. Hêzên navneteweyî heta niha ji bo Kurd nebin yek her dem peyman îmze kirine û li hev kirine."
Taşçier, anî ziman ku Kurd her dem ji aliyê dewletên li ser wan desthilatdariyê dikin ve rastî tundî, zext û înkarê hatine û wiha got: "Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye dema mijar dibin Kurd di nava xwe de dibin yek. Her dem dixwazin Kurdan bê statu û bê nasname bihêlin. Niha gelê Kurd di nava xwe de yekîtiyek ava kiriye. Divê êdî partî û rêxistinên Kurd jî yekîtiyê ava bikin. Ji dîrokê heta niha Kurd her dem ji bko yekîtiyê têdikoşin. Lê ji ber hêzên navneteweyî mudaxale dikin Kurd di aliyê yekîtiyê de bi ser neketine. "
Taşçier, anî ziman ku êdî ji bo yekîtiyê erk û berpirsiyarî dikeve ser hemû rêxistin, partî û dezgehên Kurdan û wiha axivî: "Herî zêde erk û berpirsiyar dikeve ser milê Tevgera Azadiyê û KDP’ê. Divê ev her du partî pêşengiya vêyekê bikin. Ger ku Kurd û partiyên Kurdan bibin yek dê di vê sedsalê de pêş bikevin. Ger ku yekîtiya Kurdan ava bike dê pêvajoya sivilizasyonê dest pê bike. Dê têkeve rojeva cîhanê. Hemû hêzên cîhanê dê vê tevgera sivil nas bike. Dê hebûna Kurdan bi awayekî fermî bê nasîn. Divê Kurd ji bo mafê xwe biparêzin yekîtiya xwe ava bikin. Ger ku Kurd bûbuna yek ev êrîş û komkujî dê li ser Kurdan pêk nehatibûna.
Kurd çiqas zû bibin yek ew qas dê bi ser bikevin. Lê ger ku Kurd nebin yek, dê sedsalek din jî zilmê bijîn. Êdî tehamula Kurdan a vê zilmê bijîn tune ye."
MA / Mehmet Şah Oruç