WAN - Welatiyên li Taxa Akkopru ya navçeya Tûşbayê di xaniyê nelihev û serobero de yên li ber Toprakkaleyê dimînin, bi mirinê re rû bi rû ne, ji lewre dibe ku ji nişka ve zinare bi ser wan de bikevin.
Li Taxa Akkopru ya navçeya Tûşba ya Wanê welatiyên di xaniyên bi kelpîç de ên li nêzî Toprakkaleyê dimînin, ji ber zinarên ku dibe ji nişkave bikevin bi mirinê re rû bi rû ne.
Abdulhadî Kûtlû, 20 sal in di bin vê xetereyê de dijî. Kûtlû, anî ziman ku xaniyê wî ê bikirê ye û got, havînan ji ber mar û dûpişkan rihetî ji wan re tuneye.
Kûtlû, diyar kir ki ji ber kirêya van xanyan erzan de tê de ye û got, meşaê wî yê extiyarê 600 lîre ye û ji vî perî jî 300 lîreyî dide kirê. Kûtlû, got: "Hema rojekê jî rayedarek nehat û li me nepirsî. Kirêyê xaniyên nêzî navendê hezar lîre ne. Em jî ji mecbûrî hatine vira. 6 zarokên min hene, giş jî diçin dibistanê. Li malê kes jî naxebite. Em debara xwe bi meaşê min î extiyariyê dikin. Her derê xanî dilopa dike. Gava em heqê ceryan û avê jî lê zêde bikin tiştek di dest me de namîne".
Kûtlû, diyar kir ku li ger xetereya zinaran ji biharê ve jî ya dûpişk û maran dest pê dike û got: "Mirov ne ji mecbûrî be ji vir dernakevin. Cihê em lê ne cihekî talûke ye. Carekê mar bi keça min veda. Min bir nexweşxaneyê, derzî lêxistin. Heger zinarek bi ser me de bê wê mala me xirab bibe. Bira rayedar çareyekê bibînin. Bila aliyê me bikin da em ji vira derkevin".