EDENE – Bi hênceta zarok li ser dîwarê dibistanê nivîsa têkildarî greva birçîbûnê nivîsandiye 3 meh cezayê hefsê lê hat birîn.
Li Edeneyê zarokê bi navê M.E.S li ser dîwarê dibistanekê nivîsa “Leyla Guven rûmeta me ye, deng bidin Leyla Guven û deng bidin jiyanê” nivîsandibû û ji ber vî nivîsê doz lê hatibû vekirin. Danişîna biryara doza M.E.S li 3’yemîn Dadgeha Zarokan a Edeneyê hat dîtin.
Zarok bi hênceta “Zirar daye malê cemaweriyê” dihat ne girtî dihat darizandin. M.E.S. û parêzerê xwe di danişînê de amade bûn. M.E.S. tewanbariya li ser xwe red kir û xwest were beratkirin.
Dadger derbarê M.E.S. de biryara xwe da û bi hênceta “Zirar daye malê dewletê” ewilî salek cezayê hefsê lê birî û halê baş ê di danişînê de li ber çavan girt û ceza daxist û 3 meh cezayê hefsê li zarok birî. Dadger biryara eşkerekirina hikumxwarinê da paş.