MÊRDÎN – Piştî pevçûna li çoltera navbera Dêrik û Şemrexê qewimî 8 welatî hatibûn binçavkirin û piştî îfade dan dozgeriyê hatin berdan. Hat zanîn ku bijîşk rapora lêdanê nedaye welatiyan.
Li çoltera navbera gundê Şêba Jêr a girêdayî navçeya Dêrika Mêrdînê û gundê Şêbê ya girêdayî navçeya Şemrexa Mêrdînê di 17’ê kanûnê de Walîtiya Mêrdînê qedexeya derketina derve ragihandibû. Piştî biryara qedexeyê di navbera endamên HPG’ê û eskeran de pevçûn qewimî bû.
Bi dû pevçûnê re welatiyên bi navê Sercan Dolek, Vedat Belgîn, Halîl Belgîn, Nezîr Demîr, Bedrettîn Ozge, Aydin Ozdorak, Sînan Daniş û Ahmet Yapici ji aliyê tîmên taybet ve hatibûn binçavkirin. Welatiyan 7 roj şûn ve derxistin Dadgeha Mêrdînê û îfade dan dozgeriyê. Dozgeriyê bi serbestiya kontrola edlî welatî sewqî dadger kir û dadger jî bi heman biryarê welatî berdan.
ÎŞKENCE LI WELATIYAN HATIYE KIRIN
Hat zanîn ku li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê di binçavan de îşkence li welatiyan hatiye kirin û dema birine nexweşxaneyê jî bijîşk rapora îşkencekirinê nedaye wan. Hat diyarkirin ku di binçavan de pirsa “Hûn Haydar nas dikin?’ ji welatiyan kirine û bi daran li welatiyan dane. Parêzeran got ew ê li dijî îşkenceya li welatiyan hatiye kirin dê gilî bikin.
Welatî ji bo îşkenceya li wan hatiye kirin bê tomarkirin derbasî Amedê bûn û serî li Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) dan.
3 CENAZE HÊJ LI MORGÊ NE
Her wiha cenazeyê 4 kesan ku tê gotin endamên HPG’ê ne û ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Hat zanîn ku yek ji van cenazeyan aîdî Servet Demîr e. Malbata Demîr cenazeyê zarokê xwe wergirt û bir li Êlihê veşart. Hat zanîn ku nasnameya her sê cenazeyên din nehatiye eşkerekirin û li morgê tên rawestandin.