AMED - Konseya Navendî ya TTB'ê beriya danişîna doza Hevşaredarê DBB'ê Selçuk Mizrakli li Amedê kom bûn û xwestin Mizrakli serbest berdin.
Odeya Tabîban a Amedê, beriya danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli ya ku sibê bê dîtin li avahiya odeya xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Di civînê de Parlamenterê SP'ê yê Stenbolê Cihangir Îslam, Parlamenterê HDP'ê Nejdet Îpekyuz, Serokê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Sinan Adıyaman, Akademisyenê Aştiyê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, Endam û nûnerên TTB, KESK'ê yên Amedê, DÎSK û gelek senîdîkayên din û nûnerê KKP'ê amade bûn. Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Sinan Adiyaman, daxuyanî da û xwest Hevşaredarê Amedê Dr. Adnan Selçuk Mizrakli serbest bê berdan. Adiyaman, anî anî ziman ku bi boneya doza Mizrakli bişopînin û li dijî bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin li vir in."