STENBOL - Daneşîna girtî Ersan Nazlîer û Cesîm Yildirim ku ji ber ketibûn greva birçîbûnê doz li wan hatibû vekirin, taloq bû.
Girtî Ersan Nazlîer û Cesîm Yildirim li Girtîgeha Maltepeyê, tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 8'ê Mijdara 2018'an de ji aliyê Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KVD) Leyla Guven ve ji bo rakirina tecrîda li ser Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bûbûn û ji ber name û faksên ku têkildarî pêvajoya tê re derbas bûbûn nivîsandibûn doz li wan hatibû vekirin. Daneşîna doza wan li wan hatibû vekirin, li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran Stenbolê hat dîtin. Girtî Nazlîer û Yildirim tevlî daneşînê nebûn. Parêzera wan Newroz Ûysal li daneşînê amade bû.
Daneşîna ku piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir, taloqî 29'ê Çileya 2020'an bû.