STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muvekkilê xwe re hevdîtin bike serî li Serdozgeriya komarê ya Bûrsayê da.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Raziye Turgut, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahim Bilmez, bi boneya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên Ocalan Nevroz Uysal û Rezan Sarica, piştî 8 salan di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîran û 7'ê tebaxê bi Ocalan re hevdîtin kiribûn. Piştî 7'ê Tebaxê û şûnde hemû serlêdan bê bersîv mane.