WAN - Li ser sînorê Îranê yê navçeya Elbakê cenazeyê penaberekî ku qefilîbû û jiyana xwe ji dest dabû hat dîtin.
Li ser sînorê Îranê yê gundê Kaşkol ê navçeya Elbakê ya Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin. Hat hînbûn ku ev penaber dema ku xwestiye derbasî Tirkiyeyê bibe qefiliye û jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê penaber piştî lêkolînan ji bo otopsiyê sewqî Saziya Tipa Edlî ya Wanê (TDK) hat kirin. Sala borî jî piştî helandina berfê li heman cihê cenazeyê gelek penaberan hatibû dîtin.