AMED – Danişîna ewil a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî kirin û hat girtin sibê tê dîtin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli di 19’ê tebaxê de li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin. Mizrakli di 22’ê cotmehê de li ser beyanên Hîcran Berna Ayverdî ya li xwe mikûr hat hat girtin. Mizrakli li Girtîgeha Kayseriyê tê ragirtin û dê sibê danişîna ewil a doza wî li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin.
Mizrakli bi angaşta “Endamê rêxistinê ye” tê darizandin û ji 7 sal û 6 meha heta 15 salan cezayê hefsê jê re tê xwestin. Tê payîn Mizrakli ji Girtîgeha T2 a Buryana Kayseriyê bi rêya dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bibe.