STENBOL - Prof. Dr. Îlhan Ûzgel, destnîşan kir ku Tirkiye ku derveyî îtifaqa li Behra Spî ya Rojhilat maye niha hewl dide bi rêveberiya Trablûsê li ser piya bimîne û got li vê herêmê siyaseta Enqereyê hilweşiyaye.
Di sala 2011'an de piştî Mûammer Qeddafî hat kuştin Lîbya bû du perçe, gelek dewlet daxilî nav vî şerî bûn. Li rojavayê Lîbyayê, "Hikûmeta Mûtabaqatî ya Neteweyî" heye ku Tirkiye û Qetar destekê didin vê hikûmetê. Li rojhilatê Lîbyayê jî bi pêşengiya Genelar Xelîfe Hafter "Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê" heye ku Rûsya, Misir û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî destekê didinê.
Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan, di 9'ê Kanûnê de daxuyandibû ku heger "Hikûmeta Mutabaqatî ya Neteweyî" daxwaz bike em ê eskeran bişînin rojavayê Lîbyayê. Di vê çarçoveyê de di 27'ê Mijdarê de Tirkiye û "Hikûmeta Mutabaqatî ya Neteweyî" bi hev re îmze danîbûn bin "Mixtiraya Mûtabaqata Ewlehî û Tevkariya Leşkerî". Peyman di 19'ê Kanûnê de ji hêla "Desteya Wezîran a Lîbyayê" ve hatibû qebûlkirin. Berpêşî meclîsa Tirkiyeyê jî hatibû kirin. CHP, Partiay ÎYÎ û HDP'ê ji bo vê peymanê gotibûn na, lê belê bi dengên AKP-MHP'ê hatibû qebûlkirin.
YE, DYA, Rûsya û gelek welatên ereb nerazîbûna xwe ya ji bo vê peymanê anîbûn ziman. Pisporê têkiliyên navneteweyî Prof. Dr. Îlhan Ûzgel geşedanên li Lîbyayê nirxandin û got, Tirkiye bi keştiyên sondajê siyasetê bike.
‘SIYASETA LI ROJHILATÊ BEHRA SPÎ HILWEŞIYA'
Ûzgel, anî ziman ku siyaseta Tirkiyeyê ya li Rojhilatê Behra Spî hilweşiyaye û got, ji ber ku li herêmê qada tevgerînê ya Tirkiyeyê nemaye, rabûye berê we daye xelke herî lawaz Lîbyayê û dixwaze li wir tiştina bike. Ûzgel, bibîr xist ku Tirkiye me derî parvekirna enerjiya li Rojhilatê Behra Spî hem jî derî tifaqên maye û got: "Loma dixwaze hebûna xwe ya li herêmê biparêze. Ji bo vê jî xwest hin pêngavan bike. Lê belê aktorekî ku p re pêngavan bike tunebû. Loma xwe nêzî rêveberiya Trablûsê kir. Hevdîtin pê re çê kirin û ket nav alîkariyeke di warê leşkerî de".
SIYASETA KEŞTIYÊN SONDAJÊ
Ûzgel, destnîşan kir ku ji sala 2009'an de li herêmê her diçe Îsraîl, Komara Rûm a Qibrisê, Yûnanîstan û Misir xurt dibin û got, her çar welatan tifaqek çê kiriye. Ûzgel, destnîşan kir ku bi tifaqa hatiye çêkirin jeopolîtîka herêmê guheriye û got: "Hevsengiya li vir di aleyha Tirkiyeyê de çê bû. Her wiha ev 4 welatên navbirî di warê tifaqan de têkiliyên baş danîn. Gazî Fransa, Îtalya û Rûsyayê jî kirin. Parek dan Rûsyayê jî. Yanî blokeke hîn dorfirehtir çê kirin. Tirkiye deîr van pêvajoyan ma. Du keştiyên sondajê şandin û niha dixwaze di ser van keştiyan re siyasetê dike".
Ûzgel, destnîşan kir ku li herêmê Yekîtiya Ewropayê jî li hemberî Tirkiyeyê ye û got: "YE, li wir bi Yûnanîstan, Komara Rûm a Qibrisê û Îsraîlê re dixebite. Her wiha du hêzên mezin ên Behra Spî; Fransa û Îtalya jî li vira ne. Fransa û Îtalya pereyekî mezin ji bo Behra Spî û Lîbyayê xerc kirine. Yanî bi her awayî li vira li hemberî Tirkiyeyê ne".
‘ROL GUHERÎN'
Ûzgel, anî ziman ku li Lîbyayê Tirkiye û Rûsya li hemberî hev in. Ûzgel, diyar kir ku Rûsya eskerên bipere şandine herêmê û got: "Lê ev yek ji bo her du welatan jî ne pir xem e. Tê zanîn li Sûriyeyê jî Tirkiye û Rûsya li hemberî hev bûn. Lê vê yekê bi awayekî tolere kirin. Rûsyayê, bi awayekî Tirkiyeyê li herêmê hişt. Niha li Lîbyayê rolên her du welatan jî guheriye".
MA / Ferhat Çelîk