RIHA - Serdar Kirmizigul ku ji Girtîgeha Rihayê derket, behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir û got, ev yek tesîrê li malbatan jî dike.
Serdar Kirmizigul ku piştî 5 sal û 6 mehan ji Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Rihayê derket, behsa pêkanînên li girtîgehê kir.
Kirmizigul, bilêv kir ku piştî çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li Girtîgeha Rihayê zextên derûnî zêde bûne û got, ligel zêdebûna pêkanînên kêfî mafê wan ê nûçewergirtinê û mafê tedawîkirinê yên girtiyên nexweş jî dihatin astengkirin.
PIŞTÎ GREVA BIRÇÎBÛNÊ ZEXT ZÊDE BÛN
Kirmizigul, got: "Piştî greva birçîbûnê mafê me yê çalakiyên sportîf hatin betalkirin. Radyoyên me ji me stendin. Hevalên ketibûn greva birçîbûnê nebirin nexweşxaneyê tedawî nekirin. Tenê çend heb heval birin nexweşxaneyê û bi hawî xwestin wekî peywira xwe kiribin. Rojnameya Yenî Yaşamê nedidan. Rojnameya Evrenselê dianîn. Wê jî carinan nedidan. Tenê qenalên çapemeniya hewzê hebûn".
Kirmizigul, destnîşan kir ku her wiha kesên cezayê wan daketibe bin salekê diviya bi awayekî şertî bihatana berdan lê belê nedihatin berdan. Kirmizigul, diyar kir ku îdareya girtîgehê ji bo vê yekê cezayên dîsîplînê dida ber girtiyan.
LÊGERÎNA TAZÎ
Kirmizigul, destnîşan kir ku ev polîtîkayên çewisandinê tenê ne li ser girtiyan li ser malbatan jî pêk dihatin. Kirmizigul, got malbatên dihatin girtîgehê jî bi muameleyên xirab re rû bi rû diman û "lêgerîna tazî" li wan dihat ferzkirin.