* Li Tirkiyeyê ked û jiyana pirovan pir erzan e. Ji ber karker nebûn yek û xwe bi rêxistin nekirin ji hemû mafê xwe bêpar man û bûn qurbana kar. Di 11 mehan de 1606 karker bûn qurbana kar. Ji van karkeran 99 karkerên penaber û 67 karker jî zarok bûn. Ev jî nîşan dide ku hem mafê penaberan û hem jî mafê zarokan duqat tê binpêkirin.
* Serdar Kirmizigul ku ji Girtîgeha Rihayê derket, behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir û got, ev yek tesîrê li malbatan jî dike.
* Endamê Desteya Şêwirê ya Tora Çand û Zimanan Şefîk Beyaz, diyar kir ku berpirsiyariyên wan hene û got: "Wê xebatên me hêviyê xurtir bike".
* Nûnerên Sendîkayên Kedkaran û Partiyên Siyasî, diyar kirin ku sedema qeyrana aborî butçeya ji şer patronan re hatiye veqetandin e.
* Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat, ji bo serlêdanên Partiya Vatanê yên derbasê Seyîd Riza û Şêx Seîd de, got gerek kurd bi "yekîtiyê" bersivê bide van kesên êrîşî nirxên wan dikin.
* Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat, ji bo serlêdanên Partiya Vatanê yên derbasê Seyîd Riza û Şêx Seîd de, got gerek kurd bi "yekîtiyê" bersivê bide van kesên êrîşî nirxên wan dikin.
* Derbarê polîs Abdûllah E. ku Hêlîn Şen a 12 salî kuştibû bi "kuştina qusûrdar" îdianame hatibû amadekirin, lê belê derbarê îdianameyê de biryara "nepeywirdariyê" hatibû dayîn û ji Girtîgeha Cezayê Giran re hatibû şandin. Derket holê ku ne bi "kuştina qesdî ya mihtemel" lê bi "kuştina qusûrdar" doz hatiye vekirin.
* Li Wanê, welatiyên ji ber krîza aborî nikarin amûr û alavên sifir bikirin, ji amûrên spî heta mobîlyayan, ji pêlaban heta kincan her tiştî ji kelepûrkiran dikirin.
* Neviyê Şêx Seîd Bedrî Firat, anî ziman ku xebatên ji bo yekîtiya neteweyî bûne cihê hêviyê. Firat, bal kişand ser girîngiya tevgerîna hevpar a partî û rêxistinên kurdan û got: "Çareserkirina pirsgirêkan bi kongreyeke neteweyî pêkan e".
* Li Wanê, welatiyên ji ber krîza aborî nikarin amûr û alavên sifir bikirin, ji amûrên spî heta mobîlyayan, ji pêlaban heta kincan her tiştî ji kelepûrkiran dikirin.
* Danişîna doza girtiyên ketin grevê, dê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)
* Danişina doza Gezî ya ku karsaz Osman Kavala jî tê darizandin dê li Kampusa Girtîgeha Silivrî li 30’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, dê li Navenda Giştî ya HDP'ê beriya civîna meclîsê têkildarî geşedanên dawî daxuyaniyê bide çapemeniyê. (10.00)
* Danişîna doza Hevseroka HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag dê li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna "Doza KCK'ê ya Stenbolê ku 205 siyasetmedarên Kurd tên darizandin dê li 3’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.40)